Baroya Şirnexê dê biçe Cudî û Bestayê

  • 10:33 19 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li dijî qirkirina xweza û birîna daran a li Cûdî û Bestayê berdewam dike Baroya Şirnexê dê bi 300 parêzaran re biçin heremê. 
 
Ev nêzî 2 sal in li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê cerdevan bênavber daran dibirin. Qirkirina di bin çavdêriya leşkeran de tê kirin, li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê û Navyan ên Bestayê berdewam dike. Darên tên birîn li TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên cuda. 
 
Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê rojek berê dîmenên TIR û kamyonên ji daran barkirî weşandin. Lê belê rêxistinên hawirdorê di vê mijarê de hêj jî xwe li bêdengiyê datînin. Têkildarî mijarê Baroya Şirnexê ji Greenpeace xwest ku bikeve nava liv û tevgerê lê saziya navborî ji bo qirkirina xwezayê ya li herêmê bersiva “nakeve ber qada me ya pisporiyê” da. 
 
 Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Baroya Şirnexê dê bi 300 parêzeran re di rojên pêş de biçe herêma ku xweza tê talankirin, dar û dariştan tên birin.