Şoreşgera katalan: Şoreşa Rojava hêvî ye
- 10:18 19 Tîrmeh 2022
- Rojane
Derya Ren
DİYARBAKIR - Enternasyonalist û şoreşgera katalan Diana Montseny diyar kir ku sistema bi Şoreşa Rojava hatine avakirin gaveke pir mezin e. Diana ani ziman ku Şoreşa Rojava destpêkek e û ji bo hemû gelan e.
Li Sûriyeyê di 19’ê Tirmeha 2012’an de Şoreşa Rojava ya ku pêk hat 10 sal li pey xwe hişt. Bi şoreşê re perspektîfa neteweya demokratik a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gav bi gav kete meriyete. Dîsa li Ewrupa û hemû cihanê gelek jin ji bo bibin şahidê Şoreşa Rojava berê xwe dan Rojava. Şoreş ji bo jin û hemû gelan bû çavkaniya îlhamê û gelek kesan jî piştgirî dan pêvajoya înşakirinê.
Ji kesên ku piştgirî dide Şoreşa Rojava û ji bo şoreşê xebatan dide meşandin enternasyonalista katalan Diana Montseny ye. Dianayê heta 2014’an li Katalonyayêdi di nava xebatên jinên feminist de cih girt lê piştî 2014’an Şoreşa Rojava ya ku pêşengiya jinên kurd pêk hat nas kir.
Diana niha li bajarê Barselona ya Îspanyayê ji bo Şoreşa Rojava xebatên dîplomasiyê dide meşandin. Şoreşa Rojava bandorek çawa li ser enternasyonalistan kiriye, Dianayê ji ajansa me re behsa vê yeke kir.
Bandora berxwedana Kobanê
Dianayê diyar kir ku di 2014’an de dema li Kobanê pevçûn hebû wê Şoreşa Rojava nas kiriye, wê demê ew li Barselonayê di nav xebatên jinên feminist de bûye. Dianayê wiha berdewam kir: “Berxwedana Kobanê gelek bandor li min kir. Weke jinên katalanî me ji jinên kurd ên di nav Şoreşa Rojava de girtin hêz girt. Ji ber ku kesên ku ji nav gel in xebat didin meşandin, bi hev re têdikoşiyan. Li dijî sîstema desthilatdar a baviksalar bi pêşengiya jinan têkoşînek hebû. Vê yeke hêz da me. Jinan ji bo axa xwe, şer dikirin û parastina cewherî pêş dixistin. Vê yekê gelek bandor li me kir.”
‘Sistema ku li Rojava tê pêşxistin gelek girîng e’
Dianayê anî ziman ku di 2019’an de çûye Rojava û wiha got: “Di wê demê de li Serêkaniyê û Girê Spî pevçûn diqewimî. Di wê demê de ez jî beşdarî xebatên Kongreya Star bûm. Piştre jî li Qamişloyê demekê li Mala Jinê mam. Piştî vê beşdarî xebatên dîplomasiyê bûm. Me zimanê wan nedizanî. Lê li wir rêxistibûna jinan a xweser û pêşengiya wan a li hemû qadan gelek bandor li min kir. Çi heyf e sîstema li Rojava hatiye înşakirin li vir nîne. Em jî weke gelê katalan dixwazin têbikoşin û şoreşê pêk bînin. Lê niha rewşeke wisa nîne. Di demên pêş de em li welatê xwe jî dixwazin konfederalîzma demokratik înşa bikin. Ji ber ku pêwistiya gel ji vê yekê heye. Ji bo vê jî sîstema li Rojava tê pêşxistin ji bo me gelek girîng e.”
‘Îdeolojiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan e’
Dianayê destnîşan kir ku îdeolojiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek xurt û kûr e. Dianayê wiha berdewam kir: “Ji ber ku Rêber Apo di serî de ji bo gelê kurd ji bo tevahî gelan analîzan pêş dixe. Ev yek gelek girîng e. Perspektîf û îdeolojiya ji bo gelê kurd û jinên kurd hatiye pêşxistin ne tenê ji bo wan e ji bo hemû jin û gelan e. Têkoşîn û îdeolojiya wan ji bo me dibe mînak. Weke ku tê zanîn li Ewropayê bandora lîberalîzmê gelek mezin e. Mirov têkiliyên xwe li ser vê esasê pêş dixin, lê têkilî û hevaltiya ku ez li Rojava bûm şahid gelek cuda û xurt bû. Dema ku ez nû çûbûm kesekî min nas nedikir. Lê ji ber ku me bi hevre xebat dida meşandin û em têdikoşiyan cuda nêzik nedibûn û ez weke ku yek ji wan bûn. Wisa nêzik dibûn.”
‘Em jî ji bo ziman têdikoşin’
Dianayê bi lêv kir ku ew li Rojava hînî kurdî bûye. Dianayê got ku ew jî katalanên lu Îspanyayê dizanin ku têkoşîna ji so ziman çiqas girîng e. Dianayê destnîşan kir ku ew jî ji bo vê yeke têdikoşin û wiha got: “Ez bi vê hişmendiyê nêzî fêrbûna kurdî bûm. Li aliyê din li wir gelek alîkarî dan min. Ew kesan alîkarî dan min û ez fêrî kurdî bûm. Ez ji dayikan fêrî kurdî bûm ev tişetî gelek baş bû.”
‘Şoreşa Rojava dê gelek berfireh bibe’
Dianayê anî ziman ku sîstema kapîtalîst dijminê jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Sîstema kapîtalîst dijminê civakê ye û civakê perçe dike bi vî rengî bi rê ve dibe. Şoreşa Rojava ji bo me bû mînak û hêvî. Ji ber ku em dizanin Şoreşa Rojava destpêkek e û ji bo hemû gelan e. Ez hêvîdar im weke Şoreşeke Rojava, li vir jî şoreş pêk bê. Netew dewlet ji vê yekê ditirsin û dema ku derfetê dibinin dixwazin êrîşî Rojava bikin. Ji berfirehbûna şoreşê ditirsin. Lê em bawer in dê Şoreşa Rojava berfirehtir bibe. Ji ber ku ev şoreş bi pêşengiya jinan pêk hat û dê berfirehtir bibe.”
‘Weke dayikên kurd lehengên bênav hene’
Dianayê Sakîne Cansiz, Rojbin Dogan û Leyla Şaylemez ên ku li Parîsê di 2013’an te hatin qetilkirin bî bir xist û got ku wê pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê “Jiyana min her tim şer bû” jî xwediye. Dianayê têkildarî mijarê jî wiha axivî: “Ji bo ku ez di nava xebatan de cih bigirin gelek bandor li min kir. Ji bilî vê jî nameya Zîlanê (Zeyhep Kinaci) gelek bandor li mir kir. Ji ber ku dahurandineke pir berfireh e. Wekî din jî weke dayikên kurd gelek lehengên bênav hene. Ew zêde nayên dîtin. Lê li hemû saziyên Rojava keda wan heye. Ev ji bo min mînak e. Ji ber ku jiyan û emre wan bi têkoşînê dibore. Ez jî bi hêza wan hemû tiştan xebatên xwe didomînim.”