Emîne Şenyaşar xwest kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan

  • 14:29 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Di roja 497'emîn a Nobeda Edaletê de Emîne Şenyaşar xwest kurê wê Fadil Şenyaşar bê berdan. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta ku kujer bên darizandin û girtin, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 497’an de jî berdewam kir. Malbat îro hate pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobetê kir. 
 
Di çalakiyê de malbatê dovîza “Ji bo jiyaneke birûmet û darizandineke adilane, nobeta me ya edaletê di roja 497’an de ye” vekir. Emîne Şenyaşar di çalakiyê de axivî û da zanîn ku li benda roja berdana kurê xwe Fadil Şenyaşar e. Dayika Emîne bi domdarî wiha got: “Ez û kurekî xwe li vê derê û kurekî min jî li girtîgehê riziya. Em li benda edaletê ne. Vaye nobeta me 2 salan li pey xwe dihêle. Ez dixwazim ku kurê min were berdan. Kurê min bi sala ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Çavên min êdî nabînin. Bila edalet pêk were da ku em jî vegerin mala xwe. Kurê min dîl digirin. Kesên ku malbata min li dikan û nexweşxaneyê qetil kirin çima niha li derve ne? Dixwazim ku êdî ev kes bên cezakirin û wekîltiya wekîl jî bê xistin.” 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî Wezareta Edaletê, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag û Waliyê Rihayê Salih Ayhan etîket kir û ev peyam parve kir: “Nobeta me ya edaletê ya ji bo jiyaneke birûmet û darizandineke adilane li pêşiya edliyeyê di roja 497’an de berdewam dike.”