Li Sirînê şahiya şoreşa 19'ê Tîrmehê

  • 12:40 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê şahî li dar xist.
 
Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya navçeya Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê, bi munasebeta salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahî li dar xist. Di şahiyê de alên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, pankarta bi nivîsa "Bi xwîna şehîdan çirûska azadiyê" hat daliqandin. Bi dehan ji endamên sazî û dezgehên navçeya Sirînê beşdarî şahiyê bûn. Ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin, piştre li ser navê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Neda El-Cadir axivî.
 
'Çirûska azadiya gelan di Kantona Kobanê de dest pê kir'
 
Nedayê di destpêka axaftina xwe de şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Em wek Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bi hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bejna xwe li ber berxwedan û têkoşîna ku li Kobanê hatiye nîşandan ditewînin. 
 
Çirûska azadiya gelan di Kantona Kobanê de dest pê kir û belavî tevahî bajarokên Rojavayê Kurdistanê bû. Bi hezaran ji jinên vê Herêmê bi lehengî tev geriyan, ji bo mîsogerkirina azadiya ax û parastina nasnameya xwe. Em vê gavê girîng dibînin."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.