Polîsan mudaxaleyî kesê bi çek nekirin

  • 10:39 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Kesekî bi çek hat doza Onur Gencer ê ku Deniz Poyraz qetil kir. 
 
Danişîna 4’emîn a Doza Denîz Poyraz ku kujer Onur Gencer jê tê darizandin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê tê lidarxistin. Di kêliya ku wê danişînê dest pê bikira, kesekî di destê wî de çek hebû xwest bikeve edliyeyê. Vî kesî li ber edliyeyê tetîka çeka xwe kişandiye û gotiye, “Ez ê we hemûyan gulebaran bikim.” 
 
Polîsan temaşe kirin
 
Ev kesê di destê wî de çek hebû heta ber deriyê avahiya edliyeyê hat jî lê polîsan mudaxale nekiriye û tenê temaşe kirine. Yên ku tev li danişînê bûn bertek nîşanî rewşê dan û lê bi lêadna polîsan re rûbirû man. 
 
Piştî kêliyekê şûnde ev kesê di destê wî de çek hebû hat binçavkirin. 
 
Gotinên nîjadperest
 
Ev kes kêliya ku hat binçavkirin jî gef dixwarin. Di vîdeoyên hat belavkirin de dengê wî yê wek, "Ez nijadperest im. Jixwe em ne eynî ne. Polîs û leşker canê me ne. Min nekişînin. Derdê min çi ye derdê we çi ye." Pişt re polîs wî li wesayîta binçavkirinê ya polîsan siwar dikin.