Rêxistinên Jinan: Bersiva herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna hevpar a jinê ye

  • 09:02 18 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Rêxistinên jinan ên derbarê pêvajoya rakirina destnedayina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz de axivîn diyar kirin ku  jinên sînoran hildiweşînin wekî 'Terorîst' tên binavkirin û gotin bersiva herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna hevpar a jinan e.
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye di 12'ê Hezîranê de bi dirûşma "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlikê ve dimeşin" meşa Gemlîkê pêk hat. Polîsan êrişî meşê kirin û li gelek jinên di nav de parlamenter jî hebûn, dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz li dijî êrişa polîsan xweparastina xwe bi kar anî û bû hedef. Piştre lêpirsîn hat destpêkirin û 5 fezlekeyên cuda hatin amadekirin. Komîsyona Amadekariyê ji aliyê Komisyona Edalet û Zagonê ya Meclîsê ve hat amadekirin da ku rakirina destnedayina Saliha Aydeniz bixin rojevê. Ev komîsyon di 5'ê Tîrmehê de kom bû. Parastina Salihayê Serokwekîla Komê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş kir. 
 
Di encama civîna di 6'ê Tîrmehê de ku ji aliyê Komisyona Amadekariyê ve pêk hat biryar hat dayin ku ji bo rakirina destnedayina Salihayê rapor bê amadekirin. Ew ê ev rapor pêşkêşî Komîsyona Têkel bê kirin. Di dema hevdîtinên raporê de wê ya ji Salihayê yan jî ji parlametereke ku hatiye diyarkirin parastin bê girtin. Ger Komîsyona Têkel biryara rakirina destnedayinê bide wê ev pêvajoya biçe Lijneya Giştî. 
 
Rêxistinên jinan ên derbarê pêvajoya rakirina destnedayina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz de axivîn, gotin bersiva herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna hevpar a jinan e.
 
'Bersiva me ya herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna me ya hevpar e'
 
Endama Jina Demokrat a Nû Nurgul Uci da zanîn ji girtîgehan tabût derdikevin û derve jî bûne girtîgehên servekirî û got îradeya jinan û ya Gelê Kurd a li derve dengê hemû aliyan e. Nurgulê bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got AKP-MHP dixwaze pergala hevserokatiyê ji holê rake û wiha pê de çû:"AKP-MHP tecawiza leşker û polîsan a li Kurdistanê ji nedîtîve tê. Tehemula wan li dijî dengê jinê tune ye. Bersiva me ya herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna me ya hevpar e."
 
'Jinên sînoran hildiweşînin wekî 'Terorîst' tên binavkirin'
 
Endama Piştevaniya Morê Tulay Cengiz diyar kir ku jinên sînoran hildiweşînin wekî 'Terorîst' tên binavkirin û wiha lê zêde kir:"Ev zihniyeta şer li dijî jinê dide destpêkirin. Em tundiya mêr dewletê li her derê dibînin. Em van dijminên jinan baş nas dikin. Lê belê ew jî me nas dikin. Ew me ji têkoşîna me û îradeya me nas dikin. Dixwazin qadên jinên kurd ên siyasetmedar teng bikin. Lê belê em ê li dijî vê zihniyetê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em paradîgmaya Birêz Ocalan esas digirin'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Filiz Peştek bi lêv kir ku ew paradîgmaya Birêz Ocalan esas digirin û wiha got:"Polîtîkaya tecrîdê zihniyeteke qirêj e. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîdê li ser kurdan û li Rojhilata Navîn ferz dikin. Em paradîgmaya demokratîk, a azadiya jinê û ekolojiyê esas digire diparêzin. Yê ku ev paradîgma daniye holê jî Birêz Ocalan e. Loma em li dijî tecrîda li ser wî derdikevin. Ayşe Gokkan, Gultan Kişanak, Figen Yuksekdag, Aysel Tugluk di serî de gelek hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Dixwazin zextê li ser nasnameya jinê bikin. Em ê jî li dijî vê yekê bêndeng nemînin."