ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2022
  • Rojev
 
*Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl Şoreşa 19'ê Tîrmehê û her wiha di nava Rêveberiya Xweser de rola jinê nirxand û wiha got:'' Pêwist e jin xwe wekî pêşengên şoreşê bibîne. Bi vê hêz û baweriyê bikaribe bijî. Ji ber hêza herî esas a di şoreşa me de jin e. Hemû cîhanê ev rastî dît. Li gorî vê rastiya heyî jî nêzî jinê dibin. Bi taybet jina kurd di tevahî cîhanê de bûye mînak. Niha li Rojavayê Kurdistanê û tevahî cîhanê şoreş tevî hemû zehmetiyan didome. Ev jî hêza jinê ye." DÎMEN HEYE
 
*Rêxistinên jinan ên derbarê pêvajoya rakirina destnedayina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz de axivîn diyar kirin ku  jinên sînoran hildiweşînin wekî 'Terorîst' tên binavkirin û gotin bersiva herî xurt a li dijî îktidarê têkoşîna hevpar a jinan e.
 
*Bersûcên Komkujiya Pirsûsê ev 7 sal in nayên darizandin. Malbat jî li dijî vê yekê bi salan e li korîdorên edliyeyê li edaletê digerin. Ji parêzerên dozê Sezin Uçar wiha got:"Hat xwestin lêgerîna edaletê bê astengkirin."  DÎMEN HEYE