Darên li ser kamyonan bi çadirê brandayê tên veşartin

  • 19:08 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Di çarçoveya operasyonan de birîna daran li Şirnexê bênavber berdewam dike. Hate hînbûn, darên li ser komyonan bi çadirên brandayê tên veşartin.
 
Di çarçoveya operasyonan de birîna daran ku li daristanên li herêma Besta, Çiyayên Cudî û Gabarê yên Şirnexê hatine destpêkirin bênavber didome.  Heya niha bi tonan darên sedsalî bi tevlîbûna cerdevanên herêmê hatine birîn. Darên ku tên birîn, li herêma Navyan a girêdayî Çiyayê Cudî tên komkirin û ji wir jî bar dikin kamyonan û dibin derveyî bajêr.
 
Dar bi çadirê brandayê tê veşartin
 
Hate hînbûn ku piştî bertek û nerazîbûnên welatiyan a li dijî talankirina xwezayê, komyonên ku daran dibe derveyî bajêr bi çadirên brandayê tên veşartin. Her wiha kamyonên ku li qada Sanayiyê ya gundê Avgamasya tên komkirin, amadekariyên  girtina çadiran berdewam dike.