Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
- 14:38 17 Tîrmeh 2022
- Rojane
DÊRSIM – Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt a ku duh li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt duh li nokteya polîsan a Kemerbelê ya li ser rêya Dêrsim-Pulurê ji aliyê polîsan ve bi hêceta “gumana maqûl” hatibû binçavkirin. Bozkurt piştî karûbarên îfadeyê hat berdan.