Panela Jineolojiyê: Bi hêza 19'ê Tîrmehê em ê agirê şoreşa jinê bilind bikin

  • 14:28 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞEHBA - Bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê navenda lêkolînê ya Jineolojî panelek li dar xist.
 
Bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê navenda lêkolînê ya Jineolojiyê bi dirûşma “Bi hêza 19’ê Tîrmehê em ê agirê şoreşa jinê bilind bikin, çand, ziman û hebûna xwe biparêxin” panelek li dar xist. Di panelê de hemû endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amede bûn. Hola panelê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Panel li hola çand û hunerê ya navçeya Fafînê ya Kanotna Şehbayê hat lidarxistin. Panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
 
Piştre li ser sê xalên girîng ên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin nîqaşkirin, her wiha belge hatin xwendin. Di xala yekem de li ser şoreşa ziman a ku heya niha herî zêde di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi pêş ketine û gelek guhertin tê de hatine çêkirin. Her wiha gelek dibistan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin, li kêleka wê jî peymangeh û zanîngeh hatin avakirin. Ji ber vê yekê gelek gavên girîng hatin avêtin, kêmasiyên ku hatine jiyîn çine û ji bo pêşerojê hê dikarin çibikin. Ev hemû di nav vê xalê de hatin nîqaşkirin. 
 
Di panelê de xala duyem de jinan bal kişandin ser şoreşa çandî ango çand û hunera ku ji destpêka şoreşê û heya niha di hemû beşan de xwe ava kirine. Her wiha çawa ku çanda gelê kurd a ku hatibû pişaftin, di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi rêya çand û hunerê ji nû ve ev çand hat nûjenkirin. Ji ber ku çand û hunerê di civakê de beşek ji beşên herî girîng e, ji bo îspatkirina hebûna xwe.  
 
Di xala sêyem de li ser parastina şoreşê û girîngiya vê çiye hat nîqaşkirin, her wiha hat gotin ku ji bo berdewamkirina vê şoreşê û parastina hebûna xwe ya di şoreşê de divê jin û civak xwe di aliyê parastinê de jî bi rêxistin bikin. Di nav de jî parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Her wiha pirsgirêkên ku derdikevin wê çawa bên çareserkirin hatin nîqaşkirin.
 
Panel bi xwendina encamnameya nîqaşan bi dawî bû.