Qeymeqamê Kercewsê hat girtin

  • 09:09 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Qeymeqamê Kercewsê Server Sinanoglu ku bi alkor maşîne ajotiye û bûye sedema mirina zarokê 13 salî hate girtin. 
 
Li taxa Akpinarê ya navçeya Bîsmîlê ya Amedê Mûhammed Çelîk (13) dema xwest cadeyê derbas bike, di encama lêketina maşîneya Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglu ku bi alkol û lez maşîne diajot de jiyana xwe ji dest dabû. 
 
2 kes birîndar bûn
 
Qeymeqam di dema qezayê de, di serî de li Mûhammed dixe û piştre jî li maşîneyên ku di trafîkê de sekinîne dixe. Di qezayê de Mûhammed û ajokarê maşîneya di trafîkê de sekinî ye birîndar dibe. Ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê Mûhammed jiyana xwe ji dest da û tedaviya ajokarê din jî berdewam dike. 
 
Di darizandina yekem de hate berdan 
 
Piştî qezayê bi şev Qeymeqam sewqî dadgehê hate kirin û hate berdan. Parêzerê malbata Mûhammed biryar qebûl nekir û dubare qeymeqam hate binçavkirin. Derket holê ku Qeymeqam alkol bi kar anîye. Qeymeqam piştî di dadgeha Bismîlê de hate, hate girtin. Ew şandin  Girtîha Tîpa E ya Mêrdînê.