Bêrîvan Kaya: Dê Mexmûr tu carî serî li hember dagirkerî û faşîzmê netewîne

  • 09:07 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Hevberdevka qada perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Bêrîvan Kaya derbarê girîngiya Şoreşa Rojava û  pêvajoya heyî ya li herêmê de bersiv da pirsên ajansa me û got ku  Şoreşa Rojava û yekîtiya gelan ji bo Erdogan bûye derdekî mezin û ji ber vê ye ku Rojavayê Kurdistanê kiriye hedefa xwe.
 
Bandora pêvajoya "Bihara ereban" ku li Rojhilata Navîn dest pê kir, li Sûriyeyê jî bandora xwe kir. Bi zêdebûna aloziya navxweyî ya Sûriyeyê re, ev yek veguherî şerê çekdarî yê di navbera rejîma BAAS û muxalefeta Sûriyeyê de. Wêrankirin û koçberiyê dest pê kir û bi vê re gelek hêzan destwerdan li Sûriyeyê kirin. Di nava van pevçûn û şerî de Gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) tedbîrên xwe girtin. Gelê Kurd dest bi rêxistinkirina hêza xwe ya parastina cewherî kir û bi rêxistinên cuda re xweserî esas girt. Bi vê rêxistinbûn û têkoşînê re Şoreşa 19'ê Tîrmehê weke alternatîf li hemerî rejîma BAAS'ê derket holê û Pêvajoya Rêveberiya Xweser hat ragihandin ku îsal 10'emîn salvegera wê tê pîrozkirin. 
 
Hevberdevka qada perwerdeyê ya Mexmûrê ( Şehîd Rustem Cudî) Mamoste Bêrîvan Kaya derheqê pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn êrîşên li ser xaka kurdan û bi taybetî li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê, pirsên ajansa me bersivand û got: "Em gelê li wargehê dagirkirina Kurdistanê qebûl nakin, em êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê, weke êrişa li ser her çar perçeyên Kurdistanê dibînin. Em kurd bi yekîtî û hevgirtina xwe dijminê xwe dikarin têk bibin, bi fikir û ramanên Rêber Apo em dikarin bibin xwedî sekneke berxwedêr. Em xwedî wê baweriyê ne û em ew  hêz e ku em dikarin bi ser bikevin. Wê serkeftin  ya Gelê Kurd be."
 
Rojavayê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir, hûn ji bo vê yekê çi dibêjin? Êrîşên nû yên dewleta tirk ku li ser Rojavayê Kurdistanê bên kirin wê bandorek çawa li ser kurd û Kurdistanê bike?
 
Şoreşa Rojava dikeve 10 saliya xwe. Di oxira şoreşê de 11 hezar şehîdên leheng hatin dayîn. Gelê me yê Rojava bi zarokên xwe re ji bo xaka xwe, welatê xwe têkoşîn dan, li hember çeteyên ku dijminê nirxê mirovahiyê ne. Mirovahî ji xeteriyek mezin xilas kirin. Pêwîst e cîhan Şoreşa Rojava wek sembola parastina mirovahiyê bibîne û bi vî awayî nêzîk bibe. Lê mixabin ev yek nayê kirin. Bi Şoreşa Rojava re, tevahî gelên Sûriyeyê bi hev re bi hişmendiya netewa demokratîk bi awayê wekhev dijîn û xweseriya xwe ragihandine. Şoreşa Rojava ji roja destpêkê heta roja me ya îro her tim ji hêla dewleta tirk û tevahî hêzên hegemonîk ve bûye hedef. Dewleta tirk her tim kurdên rêxistinkirî, xwedî îradeyek mezin ji bo xwe metirsiyek mezin dibîne û her tim dijminantiya Gelê Kurd dike. Siyaseta xwe ya dagirkirina xaka Kurdistanê, guhertina demografiyê ya Kurdistanê û bişaftina Gelê Kurd her tim ji xwe re esas girtiye. Şoreşa Rojava û yekîtiya gelan ji bo Erdogan bûye derdekî mezin. Ji ber vê yekê ye ku ewqasî gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe. 
 
Polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd pêk tîne dewam dikin û di hevpeymana dewleta tirk a bi NATO'yê re jî diyar bû ku NATO jî tevahî êrişên dewleta faşîst a tirk a ku li ser Gelê Kurd pêk tîne erê kiriye. Jixwe dewleta tirk ji hevkariya NATO'yê ewqasî piştrast e ku her cure êrişan li ser Gelê Kurd û tevgera azadiya Gelê Kurd pêk tîne. Ji destpêka şoreşê heta roja me ya îro Gelê Kurd û tevahî gelên Rojavayê Kurdistanê dijîn li hember dagirkerî û faşîzmê sekna xwe ya berxwedanê daya diyarkirin. Bi rewşa awarte re berxwedana ku li hember şerê ji hêla hêzên navdewletî û hegemonîk ve wê were pêşxistin biryardariya xwe raber dikin. Helwesta wan ew e ku şoreşa bi xwîna gelan hatiye avakirin di oxira wê de çi bê xwestin wê were kirin û em ê bi yekîtiya gelan re bi ser bikevin. Bêguman şerekî li Rojavayê Kurdistanê pêş bikeve wê bandora xwe li ser tevahî Kurdistanê û gelê Kurd bike. Êriş li ser tevahî destkeftiyên kurdan tê kirin. Rojavayê Kurdistanê rewşa awarte îlan kir lê ev rewşa awerte li her deverê Kurdistanê heye. Şer li her derê bi awayekê dijwar dimeşe. Gefê li ser Rojava tê kirin li ser Şengal û Mexmûr jî tê kirin. Weke gelê wargehê em dagirkirina Kurdistanê qebûl nakin. Em êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê, êrişa li ser her çar perçeyê Kurdistanê dibînin. Weke Gelê Kurd em bi yekîtî û hevgirtina xwe dijminê xwe bi bin bixin, bi fikir û ramanên Rêber Apo bibin xwedî sekneke berxwedêr. Bawerî û hêviya me bi hêz e, em ê bi ser bikevin û wê serkeftin ya Gelê Kurd be. 
 
Êrişên ji hêla dewleta tirk û PDK'ê ve li ser wargehê tê meşandin hûn çawa dinirxînin? Armanca van êrişan çi ye?
 
Di 17'ê Tîrmeha sala 2019'an de ji hêla PDK'ê û dewleta tirk a faşîst ve rêgiriyek li ser wargehê hatiye pêkanîn. Ji bo ku di nava wargehê de tevliheviyê zêdetir bikin, wargehê teslîm bigirin û bigihêjin armancên xwe. Li hember tevahî êriş û siyaseta qirêj a dewleta faşîst a tirk û PDK'ê jî gelê wargehê di nava berxwedan û têkoşînek bêhempa de ne. Xwestin wargehê bi rêya birçîbûnê teslîm bigirin. Nêzîkatiyên dijmirovî û bêexlaqî jî dan raberkirin. Di wargehê de gelek mirovên nexweşiyên wan kronîk û xeter in heye, cardin jin û zarok hene. Êdî wisa kirin ku nehiştin mirovên nexweş jî derbasî nexweşxaneyê bibin. Di vê rewşê de herî zêde jî jin û zarok bi bandor bûn. Lê gelê wargehê bi îrade û rêxistinbûyîna xwe vê pêvajoya heyî bi awayekî serkeftî derbas  kir. Rêxistinbûyîna gelê wargehê û bi herêmên derdorê re hişt ku gelê wargehê zehmetiyên di hêla aborî û debara jiyana xwe zû derbas bikin. Gelê wargehê xelkê herêma Botanê ne. Ji çanda çandinî û xwedîkirina sewalan tê. Li vir jî vê çanda xwe didomînin. Ev yek jî dibe sedem ku wargeh di warê debarê de pir zehmetiyan nebîne. Di nava salê de gelek caran êrişên dewleta tirk ên hewayî jî li ser gelê wargehê pêk tê.
 
Ji bo ku gelê wargehê bitirsînin, derûniya wan xirab bikin û ji wargehê birevin êrişan dikin. Bi rêya şerê taybet jî vî şerê xwe dide domandin. Bêîradebûyîn û teslîmiyetê li ser wargehê didin ferzkirin. Qaşo wargeh girêdayî neteweyên yêkbûyî ye û di heman demê de statuya xwe ya siyasî jî heye. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û van sazî û dezgehên xwe wekî saziyên mirovaniyê bi nav dikin baweriyê êdî nadin gelê wargehê. Heta niha gelê wargehê li hember tu zor û zehmetiyan xwe radest nekiriye, ji îro pê de jî wê ev yek ne gengaz be. Gelê wargehê di bin sîwana meclîsa xwe de xwe bi rêxistin dike û bi rê ve dibe. Ev yek jî li hember van êrişana bersiva herî mezin e. Gelê wargehê helwesta xwe ya li hember dagirkerî, zilm, zordarî û faşîzmê zelal dike û ji her deman zêdetir bi hêz e. Di asta jor de jî xwe bi rêxistin dike. Wargeh xwedî ezmûnên têr û tijî yê berxwedana 28 salan e. Gelê wargehê pêvajoyên ji vê demê zêdetir zehmet derbas kirine. Çawa ku di wargehê Nînova, Nehdara û Etrûşê helwestên xwe dane diyarkirin, di roja me ya îro de jî ev helwest û sekn tên raberkirin. 
 
Rewşa jinên wargehê çawa ye, êrişên li ser wargehê pêk tê çiqasî bandora xwe li ser jinê dike û sekna jinên wargehê ya li hember êrişan çawa ye?
 
Di nava êrişên dewletan de yekane kesimên tê hedefgirtin jî jin e. Bêguman her çiqasî rewşa heyî li ser dayik-jin bandora xwe bide çêkirin jî lê, di jin-dayikên wargehê de berxwedanek bêhempa jî heye. Di nava wargehê de rêxistinbûyîna jinê di astek jor de ye. Di demên herî zehmet de, cardin li hember êrişan jî xwedî seknên pîroz in. Ji bo civakê, dibin hêza moralê. Di bin sîwana Meclîsa Îştarê de rêxistinbûyînek jinê di wargehê de heye. Sekna jin-dayikên kurd ên berxwedêr, bi îrade di wargehê de jî xwe dide der. Ruxmê ku gelek dayik di vê rêgiriyê de zarokên xwe ji dest dan lê yên ku herî zêde jî xwedî helwestên pîroz bûn cardin ev dayik bûn. 
 
Armanca hevpeymana 9'ê Cotmeha sala 2020'î ya ku ji hêla Hewlêr-Bexda-Enqerê ve ji bo Şengalê pêk hatiye hûn çawa dinirxînin?
 
Armanca hevpeymana 9'ê Cotmehê ya di sala 2020'î de ku ji hêla PDK-Bexda- dewleta tirk ve ji bo Şengalê ew e ku xeyalên xwe yên Osmanî di herêmê de bi cih bike. Êdî tevahî hêzên hegemonîk, netew dewlet dixwazin xwe ji nû de dîzayn bikin. Sedsala Lozanê temam dibe. Dewleta tirk a faşîst û dagirker jî dixwaze di vê rewşa heyî de sûdê ji bo xwe bigire. Dixwaze xaka Kurdistanê bixe destê xwe, ji ber vê yekê li ku derê destkeftiyên Gelê Kurd hebe, kurdên xwedî îrade, berxwedêr dixe hedefa xwe. Gelê Kurd bi fikir û ramanên Rêber Apo bûne xwedî îrade, bûne xwedî nasnameyek azad, xwe rêxistin kirine. Wekî Gelê Kurd em xwedî mîrasek berxwedan û têkoşînê ne, êdî tu hêz nikare vê yekê têk bibe. Di qada navneteweyî de jî kurd dikarin nûnertiya xwe bikin. Ev dibe sedem ku bibe armanca êrişên dewleta tirk a faşîst. Yek ji wan qadan jî Şengal û Mexmûr e. Fermana ku di 3'yê Tebaxa sala 2014'an de li ser gelê Şengalê pêk hat şûnde gelê me yê Şengalê bi îradeya xwe Meclîsa Gel a Demokratîk ava kir. Sazî û dezgehên xwe bi rêxistin kirin, hêza xwe ya parastina cewherî weke YPJ-YJŞ ava kirin. Ev yek hêz û morelek pir mezin dide Gelê Kurd. Hêviyên dijmin pir cuda bû lê civaka Êzidî vê hêviya dijminê Gelê Kurd têk bir û pûç kirin. Ev yek di dijmin de tirsek ava kiriye. Ev hevpeyman ji bo têkbirina vê rêxistinbûyîn û îradebûyîna civaka Êzidî hatiye pêkanîn. Naxwazin civaka Êzidî bi xweseriya xwe, bi bawerî û çanda xwe, di bin sîwana Meclîsa Gel a Demokratîk de xwe bi xwe bi rê ve bibe. 
 
Ji bo wargehê ev hevpeyman çiqasî derbasdar e? Hesabên li ser Şengalê tên kirin ji bo wargehê jî derbas dibe an na?
 
Ev hevpeyman di heman demê de ji bo wargehê jî derbasdar e. Dîrokek wargehê ya 28 salan a berxwedan, têkoşînê heye. Xwe bi rêxistin kiriye, bi îradeya xwe, xwe bi rê ve dibe. Vê berxwedana 28 salan bi xwe re gelek destkeftî aniye û di roja me ya îro de gihiştiye lûtkeya serkeftinê. Gelê wargehê bêrûmetî, ketîbûyîn û bênasnametî qebûl nekir. Ji ber wê li ser gund û warên xwe penaber bûn. Têkoşîn û berxwedana gelê wargehê li hember siyaseta înkar-îmha û qirker a dewleta tirk a faşîst hîn zêdetir berfireh û mezintir bûye. Armanc ew e ku rêxistinbûyîna gelê wargehê, belav bikin. Hesab û planên ser Şengalê tê kirin li ser wargehê jî tê kirin. Beriya ku ev hevpeymana 9'ê Cotmehê were pêkanîn jixwe li ser wargehê bi senaryonên curbecur, şêwaz û rêbazên cuda plan dihatin pêkanîn û di sala 2019'an de rêgiriyek dan destpêkirin. Ev planana demdirêj hatine kirin. Dixwazin rêveberiya demokratîk a gel û îradeya ku bi dest xistine ya Şengalê û wargehê têk bibin. Lê civaka Êzidî û gelê wargehê ev plan û hesabên wan têk birin. Ji ber vê yekê ewqas êrişê dibin ser Şengalê jî û wargehê jî.