Fehime Poyraz: Divê hemû bersûc derkevin holê

  • 09:04 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Melike Aydin 
 
ÎZMÎR - Dayika Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, Fehime Poyraz banga beşdariya rûniştina dê sibehê bê dîtin kir û diyar kir ku divê hemû kesên bi bersûc re têkilî danîne derkevin holê û divê bersûc li dadgehê amade bin. 
 
Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onur Gencer êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û Deniz Poyraz qetil kir. Dê sibehê 4'emîn rûniştina Onur Gencer jê tê darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakli bê dîtin. 
 
Berî rûniştinê dayika Deniz Poyraz, Fehime Poyraz derbarê dozê de axivî. 
 
'Divê bersûc bînin rûniştinê'
 
Fehimeyê di destpêkê de bi bîr xist ku bersûc bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûye loma daxwaza redi hakim a parêzeran jî hatiye redkirin. Fehimeyê bi lêv kir ku divê bersûc li eywana dadgehê amade be û got:"Divê bersiva pirsan bihatiba dayin. Ji SEGBÎS'ê re axivî. Em dixwazin bînin dadgehê. Jixwe divê kujer bianîna dadgehê, di deqeyên dawiyê de gotin nayê. Ewqas evraq heye, divê ew bi xwe bêje. Ew bi xwe nayê, dema nayê jî doz dirêj dibe, delîl winda dibin. Her wiha axaftin li orteyê winda dibin. Divê ew bi xwe li wir be divê bi devê xwe biaxive."
 
'Bi tena serê xwe nekir'
 
Fehimeyê diyar kir ku yekî faşîst keça wê qetil kiriye û navê wê kiriye 'teror' û got ev tişt nayê qebûlkirin. Fehimeyê da zanîn ku ev tiştên qewimîne dadgehê nedîtiye û wiha pê de çû:"Bersûc ne bi tena serê xwe ye. Wî bi tena serê xwe ev tişt nekir. Tiliya gelek mirovî tê de heye. Bi taybet ew kon li ber HDP'ê vekirin. Kesên ji keça min re dibêjin ew mirovan dibe serê çiyan, ew ajan in. Niha ne li wir e. Hat keça min bikuje û piştre jî çû Enqereyê. Wê li wir tiştek bikira lê belê ji wir çû dereke din. Ji ber destên min birîndar bû keça min çû wir. Buxtana dike stûyê keça min. Keça min hedef hat nîşandan. Nexwe ew kes ajanê dewletê ye."
 
'Divê bersûc hemû derkevin holê'
 
Fehimeyê da zanîn ku divê derbarê herkesên ku bi bersûc re têkilî daniye lêpirsîn bê destpêkirin û wiha lê zêde kir:"Bersûc ev sûca bi tena serê xwe nekiriye. Divê bersûc hemû derkevin holê. Li qereqolê, ajokar û gelek mirovî geriyaye. Divê derbarê vana hemûyan de lêpirsîn bê destpêkirin. Her wiha wêneyên bersûc ên li Minbicê derket çapemeniyê. Bersûc ew cesareta li dadgehê heqaretê bike, dît. Divê mirovên wiha em ji nava xwe paqij bikin. Yan na wê her der bibe Gulistan. Divê ceza bigire."
 
'Em ê têkoşînê bidomînin'
 
Fehimeyê bi lêv kir ku Denizê gêrikek jî neêşandiye û wiha pê de çû:"Ez vê neheqiyê qebûl nakim. Heta dilopeke xwîna min bimîne ez ê ji bo keça xwe li berxwe bidim. Ez ê li Nobeda Edaletê bisekinim. Em ê ji bo girtîgehan jî rûnên. Yên dikevin girtîgehan jî wekî Denizê ne. Ew ne 'terorist in' keseke ne 'terorist e'. Em Dayikên Aştiyê ne, heta daxwaza me bê cih em ê nobeda xwe bidomînin."
 
Fehimeyê herî dawî got ew bang li her kesî dike ku beşdarî rûniştina sibehê bibin.