Jinên bûn şahidê 19'ê Tîrmehê: Îro roja azadî û serhildanê ye

  • 09:03 17 Tîrmeh 2022
  • Rojane

Yara Kendeş

KOBANÊ - Jinên bûne şahidên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ev roj wekî roja azadî û serkeftinê pênase kirin û wiha gotin:"Em piştî ewqas kar, berxwedan, têkoşîn, şehadet û birîndarbûnê gihaştin jiyana xwe ya xwedî maf. Me gelekî ked da û zehmetî dîtin. Me hemû hêza xwe da ber çavên xwe û tevgera xwe berfireh kir. Em dibînin ku çiqas guhertin çêbûn û gavên pêşketinê hatin avêtin. Em dibêjin roja 19'ê Tîrmehê li me hemûyan piroz be."
 
Çirûskên Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de ango piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê qewimî, ji bo gelan bû mîladeke nû. Ev çirûsk li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû û di heman demê de jî bû mînak. Bi modela xwe ya wekheviyê û xwerêvebirinê ji gelan re bû hêvî. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê re jî rûpelekî nû ji bo gelên li Rojhilata Navîn hat vekirin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê di heman demê de têkoşîna li dijî zihniyet û tevgera hovane ya DAÎŞ'ê bû. Têkildarî vê mijarê Dayika Aştiyê Hewa El-Ewed a ku bû şahidê Şoreşa 19'ê Tîrmehê, ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Gelê Kurd di rewşeke giran de dijiya'
 
Hewayê di destpêka axaftina xwe de behsa berxwedana gelê Kobanê ya di şoreşa 19'ê Tîrmehê de kir û wiha pê de çû:"Gava ku Rejîma Sûriyeyê kete Rojavayê Kurdistanê, ji zaroktiya me de em bindest bûn. Her wiha dema em zarok bûn û diçûn dibistanan, zexteke pir mezin li ser me dimeşandin. Wê desthilatdariyê zor û zehmetî dida ji bo ku tu carî gelê Rojava tama jiyanê nebînin. Di wê demê de bi her awayî êrîşa dijmin li ser me hebû. Em dema diçûn dibistanê nedihiştin em bi zimanê dayikê biaxivin û bixwînin. Heta gihaşt wê astê ku em dirust xwendina xwe temam nekin. Ji ber rejîmê zexteke mezin li ser me ferz kiribû. Gelê Kurd di rewşeke giran de dijiya."
 
'Îro roja azadî û serhildanê ye'
 
Hewayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gel a di nava şoreşa 19'ê Tîrmehê de û wiha dawî lê anî: "Berî şoreşa 19'ê Tîrmehê êrîş li ser civaka me bi tevahî hebû lê keç û xortên me di nava vê têkoşînê de hebûn. Bi her awayî şer hebû, me nikaribû Newroza xwe serbest pîroz bikira. Me nekaribû xwendina xwe eşkere bikira. Êrîşa desthilatê, bi dewamî em asteng dikir. Ez piştî ewqas salên şoreşê dîsa jî banga hemû pêkhateyên vê herêmê û tevahî Sûriyeyê dikim ku êdî li her derê desthilatdarî û tunekirinê ji ser xwe rakin. Îro roja azadî û serhildanê ye, îro roja serokatî û cangoriyên azadiyê ye. Ez bangî her dewletê, her neteweyî dikim ku dengê me bibihîsin."
 
'Wê demê sîstema Rejîma Sûriyeyê hate asta pûçbûnê'
 
Endama Mala Jinê ya Herêma Firatê Evîn Ewad a ku yek ji şahidên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye wiha got:"Berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, êrîşên cur be cur bi destên Sîstema Rejîma Sûriyeyê li ser Gelê Kurd hebû. Jixwe di vê derê de malbatên me yên welatparêz hebûn û van malbatên  berxwedêr rabûn ser piyan. Di aliyê jin û xortan de berxwedaneke mezin hebû. Her wiha gelek caran jî ciwanên me diketin zindanan, dihatin binçavkirin. Her wiha îşkenceyên giran jî didîtin. Berî şoreşa 19'ê Tîrmehê bi çend salan. Mamoste Osman Dadalî ji ber îşkenceya giran gihaşt asta şehadetê. Em li hember şehadet û berxwedana wî rêzê digirin. Kesên weke wî careke din hiştin ku Kobanê rabe serhildanê. Di şoreşa Sûriyeyê de weke Gelê Kurd me xeta sêyemîn hilbijart. 19'ê Tîrmehê di Kobanê de deng veda. Di wê demê de êdî tevahî gelê Sûriyeyê rabû serhildanê. Wê demê sîstema Rejîma Sûriyeyê hate asta pûçbûnê."
 
'Pêkhateyên herêmê bi serfirazî azadiya xwe dan pênasekirin'
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Rejîma BAAS'ê li Kobanê têk çû û wiha dawî lê anî: "Gelê Kurd û rêhevalên kurdan destên xwe kirin yek. Li ser fikir û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan meşiyan. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji wan re û ji tevahiya cîhanê re bû mînak. Di wê demê de Sîstema BAAS'ê têk çû û şikest, êdî piştî wê hemû pêkhateyên vê herêmê bi serfirazî azadiya xwe dane pênasekirin."
 
'Em serkeftina 19'ê Tîrmehê li gel pîroz dikin'
 
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedle Hesen ku di rêxistinkirina saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de xebat daye meşandin, wiha nêrîna xwe parve kir:"Em di meha tîrmehê de ne. Dema ku mirov behsa 19'ê Tîrmehê dike, dema ev dîrok tê bala mirov bi rastî gelek wateyan bi xwe re tîne. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku çirûska xwe ji Kantona Kobanê dest pê kir, Rejîma BAAS'ê ji Kobanê hate derxistin. Em vê yekê û vê serkeftinê li tevahî gelê xwe pîroz dikin. Dema gotina 19'ê Tîrmehê tê ziman, serkeftin tê bîra mirov. Yanî ev şoreş dema ku pêk hat bû armanca avakirina rêxistin û pêşketina projeya neteweya demokratîk. Jinê çawa xwe bi rê ve bir, çawa bersiva xwe derxist pêş û heta vê kêliyê jî berdewam dike, ev gelekî girîng in. Zaten Şoreşa 19'ê Tîrmehê, bi şoreşa jinê hate naskirin. Ji ber ku piştî wê Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) hate damezrandin. Dema rejîm ji van deran derket, sazî û dezgeh hatin avakirin. Zaten ev yek jî li ser projeya Rêber Apo bû."
 
'Gel xwe bi xwe bi rê ve bir'
 
Hedleyê bak kişand ser cihgirtina jinan a di saziyan de û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema ku Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser hatin avakirin jinan ji sedî 50 di van saziyan de bi şêweyeke hevpar karê xwe dan destpêkirin. Dema ku meclîs û komîn hatin avakirin jinan cihê xwe di nav de girtin. Wê demê sîstema hevserokatiyê hat rûniştandin. Bi pergala hevserokatiyê jin û mêran karên xwe bi hev re dan meşandin. Hemû saziyên me yên ku hatine avakirin bi rewşeke awerte hatin avakirin. Ji bo ku xizmeta gelê xwe bikin. Em dibînin ku piştî ewqas sazî hatin avakirin, gel xwe bi xwe bi rê ve bir. Gel di asta rêveberiyê de cihê xwe di saziyan de girt."
 
'Me hemû hêza xwe da ber çavên xwe û tevgera xwe berfireh kir'
 
Hedleyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku encamên berxwedan û têkoşîna di 19'ê Tîrmehê de ew niha li ser rûyê erdê dijîn û wiha lê zêde kir:"Em piştî ewqas kar, berxwedan, têkoşîn, şehadet û birîndarbûnê gihaştin jiyana xwe ya xwedî maf. Me gelekî ked da û zehmetî dîtin. Me hemû hêza xwe da ber çavên xwe û tevgera xwe berfireh kir. Em dibînin ku çiqas guhertin çêbûn û gavên pêşketinê hatin avêtin. Ez car din li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk vê roja bi rûmet diyarî têkoşerên azadiyê û Rêber Apo dikim. Em dibêjin roja 19'ê Tîrmehê li me hemûyan piroz be."