ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 17 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Jinên bûne şahidên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ev roj wekî roja azadî û serkeftinê pênase kirin û wiha gotin:"Em piştî ewqas kar, berxwedan, têkoşîn, şehadet û birîndarbûnê gihaştin jiyana xwe ya xwedî maf. Me gelekî ked da û zehmetî dîtin. Me hemû hêza xwe da ber çavên xwe û tevgera xwe berfireh kir. Em dibînin ku çiqas guhertin çêbûn û gavên pêşketinê hatin avêtin. Em dibêjin roja 19'ê Tîrmehê li me hemûyan piroz be." DÎMEN HEYE
 
*Dayika Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, Fehime Poyraz banga beşdariya rûniştina dê sibehê bê dîtin kir û diyar kir ku divê hemû kesên bi bersûc re têkilî danîne derkevin holê û divê bersûc li dadgehê amade bin.  DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka qada perwerdeyê ya Mexmûrê Mamoste Bêrîvan Kaya derbarê girîngiya Şoreşa Rojava û  pêvajoya heyî ya li herêmê de bersiv da pirsên ajansa me û got ku  Şoreşa Rojava û yekîtiya gelan ji bo Erdogan bûye derdekî mezin û ji ber vê ye ku Rojavayê Kurdistanê kiriye hedefa xwe. DÎMEN HEYE