Ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin pêşangeh hat lidarixistin

  • 16:14 16 Tîrmeh 2022
  • Rojane
STENBOL - Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê ji bo 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de canê xwe ji dest dan li BEKSAV'ê bi bîr anî. 
 
Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê di salvegera 7’emîn a 33 qurbaniyên li Qetlîama Pirsûsê de canê xwe ji dest dan bi bîr anî. Ji bo bîranîna 33 qurbaniyan li Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerdehî Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV) ku li navçeya Kadikoya Stenbolê ye û 33 qurbanî jê çûbûn Pirsûsê, pêşengeha wêneyan a bi navê “bîr û başkirin” û “kargeha bîr û başkirinê” li dar xist. Malbatên qurbaniyên Qetlîama 10’ê Cotmehê, Malbatên Pirsûsê û gaziyên qetlîaman, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Hevserokê BEKSAV’ê Ahemt Uçar û gelek kes tev li bîranînê bûn. Kelûpelên ji bo bîranîna 33 qurbaniyan hatibûn amadekirn, hatin pêşandan.