Ayşe Acar Başaran wekî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê hat hilbijartin

  • 16:13 16 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê de biryar hat dayin ku wekî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bê hilbijartin.
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê piştî kongreya 5’emîn a HDP’ê cara ewil civiya. Civîna jinan ku polîtîka û xeta têkoşîna ya serdema nû lê hat nîqaşkirin bi dawî bû. Di nîqaşê de pêvajoya siyasî hat nirxandin û her wiha di civînê de tecrîda li Tirkiyeyê jî hat axaftin. Di civînê de girîngiya piştevaniya jinan a gerdûnî jî hat axivîn. 
 
Ayşe Acar Başaran hat hilbijartin
 
Di civînê de biryar hat girtin ku Berdevkiya Meclisa Jinan bi Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran berdewam bike. Endamên Koordînasyona Jinan jî piştî hevberdevkên komîsyonê diyar bibin, dê werin eşkerekirin.