Malbata Şenyaşar: Çar sal in zilm dewam dike

  • 12:19 16 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar Nobeda Edaletê di roja 495'an de dewam kirin û gotin gelê Rihayê wê qet kujerên ku hêza xwe ya siyasî bi kar tînin ji bîr neke.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 495'emîn de berdewam dike. Ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, Malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: "Gelê Rihayê wê qet kujerên ku hêza xwe ya siyasî bi kar tînin ji bîr neke. Çar sal in zilm dewam dike. Bi gotinan aramî û refah nayê welat. Naxwazin vê dayika li ber edliyeyê bibînin, ev bêwîjdanî ye."