Tevgera Azadiyê hevserokên xwe yên nû hilbijart

  • 10:27 16 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3'yemîn Kongreya Tevgera Azadiyê de gelek biryarên girîng hatin girtin û hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 
Kongreya Tevgera Azadî ya 3'yemîn ku bi tevlîbûna 700 delegeyî hatibû destpêkirin, bi hilbijartina 16  endamên desteya rêveber û girtina gelek biryarên nû bi dawî bû.
 
Kongereya 3'yemîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdisatanê (Tevgera Azadî) ku serê sibehê dest pê kiribû ber destê êvarê bi hilbijartina endamên desteya rêveber a nû û girtina gelek biryarên nû yên derbarê bihêzkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê de bi dawî bû.
 
Piştî navbera nîvro ji bo hilbijartina Destaya Rêveber a Tevgera Azadî deng hate dayîn. Di encama dengdanê de 16 kes ji bo Desteya Rêveber a Tevgera Azadî hatib hilbijartin.
 
Piştî hilbijartina rêveberiyê, Ronahk Mecîd pêşniyar, biryarên derbarê proje û xebatên Tevgera Azadiyê de ji delegeyan re xwend. Pêşniyar, ji bo bibin biryar ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin.
 
Çend biryar û plansaziyên di kongreyê de derketin pêş wiha ne:
 
“*Avakirina akademiyên perwerdeyî û zêdekirina perwerdeyê.
 
*Xurtkirina komînên gund û taxan.
 
*Konfreransek li ser rewşa aborî û bandora sîstema sermayedar û desthilatê, pêşxistina aboriya komîn li ser esasê konfederalîzma demokratîk.
 
*Wê hemû hewldanên me ji bo lidarxistina kongreya neteweyî be.
 
*Pêşxistina têkiliyên di navbera hemû ol, bawerî û pêkhateyên li herêmê. Ji bo vê desteyek taybet ji bo ol û baweriyan pêk tînin û li ser vê yekê karê xwe dike.
 
*Lidarxistina festîval an jî konferansekê li ser çanda kurd û çanda gelan.
 
*Zêdetir girîngî dayîna xwezayê. Di vê çarçoveyê de wê xebat bê kirin.
 
*Hemû xebatê wê li ser esaê ku Tevgera Azadî bigihîne hemû civakê.
 
*Xebatek taybet di warê tenduristiyê de bê kirin. Dîsa hinek proje ji bo gel tê amadekirin ku di warê tenduristiyê de hinek pêwîstî bên amadekirin.
 
*Hewl bê dayîn ku konferans an jî civînek fireh ji bo jinan têkildarî rewşa jinan a li herêma û kuştinên jinan bê lidarxistin.
 
*Hewl bê dayîn ku konferansek li ser qurbaniyên şer û cangoriyan.
 
*Bi sîstematîk li gel rewşenbîran bê civîn, sûd ji ramanên wan bên girtin.”
 
Piştî biryar û projeyan jî hevserok, endamên destayê û hevserokên herêman sonda xebatê xwendin.
 
Herî dawî hevseroka peyama dawî ya konferansê da û dawî bi kongreyê hat.
 
Delegeyên konferansê herî dawî pîrozbahî li hevserokan û desteya rêveber ên hatin hilbijartin kir.