Îdiaya dibe ku wesayita li zarokekî qelibî ye aîdî qeymeqamtiyê be
- 10:07 16 Tîrmeh 2022
- Rojane
AMED - Li gor hinek îdiayan tê gotin ku li Bismilê wesayîteke xwediyê plakaya fermî li zarokê bi navê Muhammed Çelik qelibiye û Muhammed jiyana xwe ji dest daye.
Li Kuçeya Akpinarê ya navçeya Bismilê ya Amedê wesayîtek bi awayekî lez dihat ajotin li li zarokê bi navê Muhammed Çelik qelibî û Muhammed bi giranî birîndar bû. Muhammedê rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Muhammed ê ku ji bo serdana cejnê çûbû Bismilê dema ku li Bûlwara Azadiyê diçe avê bigire wesayîtek lê diqelibe û direve. Li gor gotinên şahidan wesayît aîdî Qeymeqamtiya navçeyê ye.
Piştî karên otopsiyê Muhammed li goristana li Kuçeya Kooperatîfan hat definkirin.