'Heta dawî em ê daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin'

  • 13:22 15 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku Nobeda Edaletê didomînin gotin, "Heta ku edalet bi cih bê em ê li mala xwe rûnenên, daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin."
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, di 9'ê Adara 2021'ê dest pê çalakiya Nobeda Edaletê li pêşiya Edliyeya Rihayê kiribûn.  Çalakiya malbatê di roja 494’an de jî dewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nekarî beşdarî çalakiyê bibe, kurê wê Ferît Şenyaşar îro jî çalakî berdewam kir.
 
Ferît Şenyaşar got, "Edliye girtî jî be nobeta me li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Malbata me di komkujiyê re derbas kirin. Kujer jî hînê li nava civakê digere. Lê belê birayekî me 4 sal in di hucreya yek kesî de tê girtin."
 
Ferît anî ziman ku dayika wî Emîne Şenyaşar li gel temenê xwe yê mezin jî serdana kurê xwe Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê kir û got, "Moralê birayê me di cih de bû. Ya ku hêzê dide wî, baweriya wî ya bi pêkhatina edaletê ye. Edalet wê bi cih bê û ew ê jî azad bibe. Em jî vê zilmê qebûl nakin û li mala xwe rûnanên. Edliye di betlaneyê de be jî em ê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku edalet bi cih bê em ê li mala xwe rûnenên û daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin."