Ji bo rojnamegerên girtî dê li Amedê daxuyanî bê dayîn

  • 12:51 15 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 16 rojnamegerên di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin girtin dê sibê li ber avahiya DFG'ê daxuyanî bê dayîn.
 
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê li Amedê û li Stenbolê jî têkildarî binçavkirina 16 rojnamegerên di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin û girtin dê daxuyaniyekê bidin.
 
Daxuyaniya ku wê nûnerên saziyên sivîl jî tevli bibin, wê sibe saet di 17.00 de li ber avahiya DFG'ê ya Taxa Ofîsê bê dayîn.