Li Dêra Zorê rojnamegereke jin hat qetilkirin
- 10:09 15 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama ragihandinê ya Komîteya Jinan a Dêrazorê hat qetilkirin.
Rojnamevana Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel (22) hate qetilkirin.
Cenazeyê Menal bi awayekî serêjêkirî di maleke kavilkirî de li nêzî kampa bajarokê Mihêmîd ê rojavayê Dêrazorê hate dîtin.
Menal ji gundê Cewala yê Dêrazorê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de koçber bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn dan destpêkirin.