Şîrîn Demîr: Roj ne roja bêdengmayînê ye

  • 09:02 15 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Dayika Celalettîn Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye Şîrîn Demîr,  anî ziman ku li girtîgehan li ser zarokên wan zext û zilmek mezin tê meşandin û bang li hemû kesî kir ku ji bo girtiyan rabin ser piyan û got: “Roj ne roja bêdengmayînê ye.”
 
Tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin her ku diçe li hemû girtîgehan belav dibe. Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê yên nû tên zêdekirin. Girtiyên siyasî ku bi malbatên xwe re bi rêya telefonê diaxivin her roj behsa binpêkirinên mafan ên nû dikin.  Celalettîn Demîr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1’a Xarpêtê tê girtin, ji 2017’an vir di girtîgehê de ye û cezayê mûebeta giran û 54 salên din ceza lê hatiye birîn.
 
Celalettîn ê ku di 4’ê Tirmehê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir, diyar kiribû ku di girtîgehê de şewbek belav bûye û 60 girt jî bi vê şewbê ketine. Her wiha ji xeynî vê jî diyar kiribû ku di girtîgehê de zext û binpêkirinên mafan ên li dijî wan jî berdewam dikin.
 
Dayik Celaletîn Demîr Şîrîn Demîr, der barê rewşa kurê xwe û ya girtîgehan de axivî. 
 
Nikarin biçin hevdîtinê
 
Şîrînê, anî ziman ku kurê wê beriya 5 salan ji ber xebatên siyasî hatiye girtin û ji wê demê vir ve girtî ye û got: “Cezayê mûebetê û 54 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Kurê min dema hat girtin nêzî 20 rojan di girtîgeha Şirnexê de ma û piştre wî sirgûnî girtîgeha Xarpêtê kirin. Ceza ne bi tenê dane kurê min her wiha dane malbata wî jî. Mirovek ew qas dem dê çawa bikaribe di girtîgehê de bimîne. Ji ber ku girtîgeh dûrî me ye em hercar nikarin biçin hevdîtina wî. Herî dawî sê sal berê çûbûm hevdîtinê û di vê cejnê de dîsa ez çûm hevdîtinê. Rewşa tendirustiya kurê min ne baş e, gelek kîlo daye. Ne bi tenê kurê min rewşa hevalên wî jî nebaşe.”
 
‘Xwarinê nadin wan’
 
Şîrîn, da zanîn ku zext û zilmek mezin li ser girtiyan tê meşandin û axivî: “Dema girtî nexweş dikevin wan nabin nexweşxaneyê û wan derman nakin. Zextan li girtiyan dikin. Xwarina wan kêm kirine û xwarinê nadin wan. Hêkekê tînin didin sê girtiyan.  Zarokên me birçî dihêlin û dixwazin bikujin. Îşkence û zilmek mezin heye. Hem fîzîkî û hem jî di aliyê derûnî de zext li wan tên kirin. Zarokên me bi birçîbûnê terbiye dikin û bi vî awayî îşkencê li wan dikin.”
 
‘Zarokên me nayên dermankirin’
 
Şîrîn, bal kişand ser şewba ku di girtîgehê de belav bûye û wiha behs kir: “Kurê min bi rêya telefonê li me geriya û got ku  60 girtî bi carekê re nexweş ketine. Ji rêvebiriya girtîgehê daxwaz kirine ku wan bibin nexweşxaneyê. Lê belê daxwaziya wan bi cih neanîne. Bi tenê dermanê êşbirê dane wan.  Piştî ku girtiyek rewşa wî giran dibe radikin nexweşxaneyê derdikeve holê ku bi şewba koronayê ketiye. Ew 60 girtî hemû bi şewbê ketine.  Edalet tune ye. Zarokên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Ji ber rewşa wan em bi fikarin.”
 
‘Edaleta wan zilm û îşkence ye’
 
Şîrînê, da zanîn ku ew bi girtin û zilmê nayên sekinandin û wiha bi lêv kir: “Em li ser şopa zarokên xwe ne. Em ê jî heta dawiyê li pey doza wan bin. Em ê xwedî têkoşîna wan derbikevin. Ne bi tenê kurê min bi hezaran girtî wek kurê min di nava çar dîwaran de tên girtin. Divê hemû malbat û gel li dijî vê zilmê rabe ser piyan. Bila gelê me bibe dengê girtiyan. Edaleta wan de zilm û îşkence ye. Em vê qebûl nakin û divê em bigûherînin. Gardiyan bi ser qawişên wan de digirin û di bin navê lêgerînê de îşkence dikin. Ev zilm di tu hiqûq û qanûnan de tune ye. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite. Ji bo ku bimirin zarokên me di nava çar dîwaran de tên girtin û cezayê giran li wan tê birîn. Gardiyanê girtîgehê ji kurê min û girtiyên dinê re gotine ‘me hûn ne ji bo tendûristiyê, ji bo mirinê anîne vê derê.’ Rêvebiriya girtîgehê çawa rehet dikare vî tiştî bibêje. Alavên em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan.”
 
‘Bi rêya telefonê jî nikarin behsa zilmê bikin’
 
Şîrîn, berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Dema em diçin hevdîtina vekirî, em nikarin nêzî xizmên xwe bin. Gardiyan me asteng dikin. Di her aliyê de zilmek mezin li ser girtiyên siyasî heye. Ji ber ku dema bi telefonê dixivin li kêleka wan disekinin êdî nikarin bi telefonê jî zilma li wan tê kirin vebêjin. Em dixwazin ku heyetek biçe girtîgehê û lêkolînê bike. Îro bi hezaran dayik ji ber zarokên wan dilê wan dişewite.  Me ev cejna borî jî bi rondikên çavan derbas kir. Kurê min bi şewbê ketiye û em nizanin ku di çi rewşê de ye.”
 
'Roj ne roja bêdengmayînê ye' 
 
Şîrînê, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kurdan û malbatên girtiyan kir ku rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roj ne roja bêdengmayînê ye. Divê em pêşiya vê îşkenceya li ser girtiyan bigirin. Zarokên me di nava çar dîwaran de bi zilmek mezin re rû bi rû ne. Êşa dilê me dayikan yek e. Ji ber ku dilê me hemûyan bi birîn e. Bila di serî de jî dayik rabin ser piyan. Divê em xwedî li girtiyan derkevin.”