Ji bo 16 rojnamegerên girtî wê li Stenbolê çalakî bê kirin
- 16:31 14 Tîrmeh 2022
- Rojane
STENBOL - MKGP, DFG û Dîsk Basin- Îş, wê ji bo 16 rojnamevanên li Amedê hatin girtin li Kadikoyê çalakiyê li dar bixin.
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û DÎSK Basîn-Îş, têkildarî 16 rojnamevanên ku di 16'ê Hezîranê de li Amedê hatin binçavkirin dê li Kadikoya Stenbolê daxuyaniyê bidin. Daxuyanî wê 16’ê Tîrmehê saet 16:00’an li ber Opera Sureyya ya Kadikoyê bê dayîn.