Nobeda Edaletê di roja 17'an de ye: Îşkenceya tê kirin cîhan dibîne gelo?

  • 14:27 14 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Çaglayanê dabûn destpêkirin tevî êriş û îşkenceya polîsan di hefteya 17'emîn de dewam kir. Xizmên girtiyan li dijî binçavkirin û îşkenceyan dengê xwe dan bihîstin. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine şewitandin bên berdan dabûn destpêkirin tevî îşkence û zextaqn di roja 17'an de li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê dewam kir. Xwişka Selim Çiftçi yê li Girtîgeha Tipa L a Umraniyeyê bi giranî nexweş e, Cemile Çiftçi û Xwişka Erdal Ozel ê li 2'yemîn Tipa F a Tekirdagê tê girtin, Kumri Akgul û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan a du keçê wê di girtîgehê de ne beşdarî Nobeda Edaletê bûn.
 
Ji ber îşkenceya dît beşdarî nobedê nebû
 
Dayika Yakup Akman ê li 3'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Silivriyê tê hiştin Fince Akman ji ber tundiya polîsan lê kiribû beşdarî nobedê nebû. Rêxistinên navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vê hefteyê piştgirî dan xizmên girtiyan. 
 
Muameleya taybet a li dijî xizmên girtiyan
 
Polîsan biryara Qeymeqemtiya Kagithaneyê ya qedexeyê wekî hincet nîşan da û destûr neda nobeda xizmên girtiyan. Girtiyan jî diyar kirin ku ev yek muameleyeke taybet a li hemberî wan e.  
 
'Bila dengê her sê jinan bê bihîstin'
 
Xizmên girtiyan dema gotin "Bila îşkenceya li her sê jinan hatiye kirin ji aliyê cîhanê ve bê dîtin". Polîsan li dijî vê yekê jin dorpêç kirin. Xizmên girtiyan li ser vê yekê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Polîsan bi îşkenceyê bi kaşkirinê xizmên girtiyan kirin bin çavan. 
 
5 kes hatin binçavkirin
 
Xizmên girtiyan Kumri Akgul, Cemile Çiftçi û Zeynep Çalihan û du kesên ku hatibûn piştgiriya wan hatin binçavkirin. Nayê zanî ku 5 kesên hatine binçavkirin birine ku derê.