PDK'ê rojnameger Frederike Geerdink dersînor kir

  • 11:50 14 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Frederike Geerdink ragihand ku ew ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatiye dersînorkirin. 
 
Rojnameger-nivîskar Frederike Geerdink a xwest ji bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe ji aliyê PDK'ê ve hat dersînorkirin. Piştî Frederike li ser hesabê xwe ragihand ku ew ji bo bê dersînorkirin anîne balafirgehê vê carê dîsa li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku ew hatiye dersînorkirin. 
 
Frederike, di çileyê 2015'an de li Tirkiyeyê bi idiaya "Propagandaya PKK'ê kiriye" hatibû binçavkirin.