Ji girtîgehê name heye: Me bi hincetên vala dîl digirin

  • 09:02 14 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Berrîn Sari ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin û tahliyeya wê bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandinê tê astengkirin wiha vegot: “Di demên dawî de îdara girtîgehê sînorên binpêkirinan nas nake û pêkanînên kêfî ji xwe re rewa dibînin. Her tişt dibe mijara lêpirsînê. Gerandina govendê hatina gel hev, stranên kurdî û gelek tiştên din qedexe ne. Mafê me tê binpêkirin û em jê sûdê nikarin bigirin."
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan derketine asta herî jor. Gelek mafên girtiyan ji dest tên girtin û di 1’ê Çileyê 2021’ê de di çarçoveya Qanûna Înfazê ku hat sererastkirin de Lijneya Îdarî û Şopandinê hat avakirin. Bi avabûna lijneyê re jî pirsgirêka tahliyeya girtiyan rû da. Piştî avabûna lijneyê li girtîgehan tahliyekirina gelek girtiyan hatin astengkirin. Li girtîgeha Sîncan a Jinan jî bi vê polîtîkayê mafên girtiyan tê binpêkirin. Heta niha rojnameger Dîlan Oynaş jî têde Rojda Erez, Hanim Yildirim, Jiyan Ateş, Berrîn Sari, Sabîte Ekîncî û Sedef Demîr bi giştî 7 jin tahliyekirina wan hatiye astengkirin.
 
6 sal e girtî ye
 
Berrîn Sari ya li girtîgeha Sîncanê tê girtin di 20’ê Kanûna 2021’ê de cezayê wê qedya û divê bihata tahliyekirin lê ji aliyê lijneyê ve nehat tahliyekirin. Berrîn ji ajansa me re nameyek şand û binpêkirinên ku bi wan re tên rû hev vegot.
 
Berîn di 20’ê Gulana 2016’an de bi îdiaya propaganda rêxistinê kiriye li Bedlîsê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.  Darizandina wê du salan şûnde dest pê kir û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. 6 mehan li girtîgeha Bedlîsê ma û sirgûnî girtîgeha Jinan a Sîcanê hat kirin.
 
7 mehe astengiya lijneyê didome
 
Berîn 5 sale li girtîgeha Sîncanê ye û divê 20’ê Kanûna 2021’ê de bihata tahliyekirin lê Lijneya îdarî û Şopandinê bi îdiaya rewşa baş tune tahliye nekirin. Lijneyê 3 mehan tahliye taloq kir û di Adara 2022’an de dîsa bi biryara ‘rewşa baş tune ye’ bernedan. 6 meh e tahliyeya wê tê taloqkirin. Lijne rapora din 6 meh şûnde wê di meha îlonê de binirxîne.
 
Berrînê di nameya ku şand ji ajansê re wiha wiha got:
 
“Ez silav û rêzên xwe dişînim. Ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim. Hêvîdarim hun başin. Em jî başin. Şerê me roj bi roj giran dibe. Îdareyên girtîgehê di binpêkirina mafan de sînoran nas nake. Pêkanînên kêfî ji xwe re rewa dibînin. Mafên me yên destura bingehîn tên binpêkirin û ev jî ancax bi wijdana rayedar û rayagiştî dikare bê guherin. Ez dixwazim binpêkirinên demên dawî bi we re parve bikim.
 
Em bi hincetên vala tên girtin
 
Ji 20’ê Kanûna 2021’ê şûnde tahliyeya min bi awayekî dijhiqûqî tê astengkirin. 6 hevalên min yên din jî bi heman awayî nayên tahliyekirin. Ev dijhiqûqî di çarçoveya Qanûna Înfazêde li me tê ferzkirin. Ev qanûn bi tena serê xwe Destura Bingehîn binpê dike. Lijneya bi desthilatdariyê re di hevkariyê de ye bi hincetên vala tahliyeya me nakin. Tevî pêvajoyên me yên darazê qedyane me bi awayekî bêdaraz digirin. Ev sûcekî mezin e. Divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê.
 
S.B ya pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene hewl da întîxar bike
 
Bêguman binpêkirin bi vê ne sînordar in. Bi salane em li vê girtîgehê ne û em dixwazin odeyên me bên guhertin. Lê ev daxwazên me nayên cih. Mînak hevalên me yên nexweş ji ber şilbûnê nikarin di katê jêr de bimînin û divê biçin katên jor. Tevî bi dehan carî daxwaz kirin jî ev nehat cih. Bi aşkera zirarê didin mafê jiyanê. Hevalên me yên nû tên girtin bi mehan tenê tên hiştin û bicin cem hevala S.B ya ku pirsgirêka psîkolojîk dijiya.Hevalên me ji vê rewşê gelek bi bandor bûn û xwestin cih biguherin. Lê daxwaza wan bi dehan carî hat redkirin. Ev rewş hîna didome. 
 
Du saet sohbet
 
Ji ber pandemiyê hemû mafên me hatin astengkirin. Piştî pandemiyê ev çend mehe mafên me bi sînorkirî tên dayîn. Sohbeta ku 10 saetin daxistine 2 saetan. Mafê me heye ku em bi hevalên xwe yên koxuşa din re yanî bi 10 hevalên xwe re dikarin derkevin sohbetê. Lê me du koxuşan derdixin sohbetê. Dîsa me bi 24 hevalên me yên ku em her tim ligel hev in derdixin. Em ji xwe bi 24 hevalên xwe re lige hvin. Rewşa normal de divê em bi 10 hevalên xwe yên koxuşên din re derkevin lê me 4 heban derdixin. Ji pandemiyê de ye em dernakevin qursan jî.
 
Hevdîtinên telefonê 10 deqe ne. Em di kabînên li koxuşan de dikin. Lêgerîna bi dîmen tune ye. Di kabînê de dengê me bi zor digihêje yên hember. Em di hevdîtinên vekirî de pirsgirêkên mezin dijîn. Her wiha ger em hevalên xwe hembêz bikin, em stranên kurdî bêjin, em govendê bigerînin, li me lêpirsîn tên vekirin. Hevalên ligel min ji ber van pêkanînan sê rojan ketin greva birçîbûnê û ji ber vê jî cezayê dîsîplînê dan.
 
Em li girtîgehê bi gelek binpêkirinan re tên rû hev. Em ji mafên xwe sûdê nagirin. Ji bo ev binpêkirin bi dawî bin, daxwaza me ev e ku raya giştî  ji nêz ve bi vê mijarê re eleqedar bibe .”