Li Urmiyeyê mayîn teqiya: Zarokek û dayika xwe birîndar bûn

  • 10:52 13 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Koran ê gîrêdayê bajarê Urmiyê duh nivro di encama teqîna mayînde de zarokek 5 salî û dayîka wê birîndar bûn.
 
Duh li gundê Koran ê girêdayî bajarê Urmiye yê rojhilatê Kurdistanê berê nîvro mayîneke antî tang ku nayê zanîn kengî li herêmê hatiye bicihkirin teqiya û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Zaroka bi navê Ronya Xudayî ya 5 salî dema ku li zeviya li pişt mala xwe dilîst cismek neteqiyayî dît û ji bo ku nîşanî dayîka xwe bide dibe malê. Dema ku dayîka Ronyayê, Meryem Ezîzvend mayinê di destê keça xwe de dibîne bi lez û bez mayînê ji destê keça xwe derdîxe û dixwaze ku biavêje. Lê mayîn di destê dayikê de diteqe.
 
Di encma teqînê de hat diyarkirin ku Meryem Ezîzvend bi giranî û zaroka wê ya 5 salî Ronya Xudayî jî birîndar bûne. Dayik û zaroka xwe ya birîndar ji aliyê xizmên wan ve rakirin nexweşxaneya Urmiyê. Ji ber ku Meryem Ezîzvend bi giranî birîndar bibû, piştî mûdaxaleya ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Urmiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tebrîzê hat kirin. Hat zanîn ku heta niha jî metirsiya jiyana Meryemê dîdome û dermankirina keça wê Ronyayê jî li nexweşxaneya  Urmiyê berdewam dike.
 
Mayîn li kêleka baregeha Îranê hat dîtin
 
Şîmal Xudayî yê ku li gundê koranê dijî ku tiyê Meryemê ye û me xwest ku em derbarê bûyerê û rewşa birîndaran de jê agahî bigirin  wiha got: “Em li navenda bajêr bûn, dema agahiya teqînê ji me re hat, em çûn nexweşxaneyê. Lê bûyer li zeviyeke li kêleka mala me qewimî. Li kêleka zeviya ku zarokê lê dilîst jî bargeha leşkerî ya girêdayî dewleta Îranê heye.  Kesên li zeviyê giha kom dikin dîtine ku keça biçûk mayin dîtiye û dema dayîka wê xwestiyê ji destê kiça xwe de derbîxe, di destên wê de teqiya ye. Ji duh ve em li nexweşxaneyê ne, rewşa keça biçûk niha baş e, lê rewşa jin bira min gelek giran e. Xwedê vê zilma li me dikin qebûl neke.”
 
Ji aliyê din ve li gorî hin îdiayên li herêmê tê gotin ku ev mayîn ji şerê Îran û Iraqê yê dema berê de heta niha maye.