Li Şengalê bîranîna ji bo şehîdên 14'ê Tîrmehê

  • 10:34 13 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarokê Xanesor ê Şengalê bi pêşengiya TJCÊ Şehîdên 14’ê Tîrmehê bi civînekê hatin bîranîn. Di civînê de hat gotin ku berxwedana li girtîgeha Amedê niha li Şengal û herçar parçeyên Kurdistanê geş dibe.
 
Li bajarokê Xanesor ê Şengalê Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê di 40’emîn salvegera şehadeta xwede bi civînekê hatin bibîranîn. Civîn bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Êzidî (TJCÊ) pêk hat. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre li ser wateya berxwedana 14’ê Tîrmehê endama TJCÊ Sêvê Şengalî axivî . Sêvê destnîşankir ku berxwedanA beriya 40 salî li zindana Amedê pêş ketî îro li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û got :”Li wir ruxmê êşkenceya dewleta Tirk berxwedan heta dawî hate meşandin. Wê berxwedana wisa kir ku îro bi hezaran şoreşger li ser wê xetê bi fikir û ramanên Rêber Apo li ber xwe bidin û vê berxwedanê bigehînin heta serkeftinê. Em êzidî ku ev 7 salin ji dema fermanê de bi heman armancê tekoşîna xwe mezin dikin li pey mafê xwe digerin.”
 
Sêvê di dewma axaftina xwe de got: “Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê azadîxwaz li pey bidestxistina mafên xwe ye. Em vê berxwedana ku niha li Şengalê jî pêş dikeve, ji berxwedana Zindana Amedê qut nabînin û em ê vê berxwedanê bigehînin heta serkeftinê.”
 
Piştî axaftinan li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê sinevizyon hate pêşandan û bi dirûşmên “Şehîd namirin” civîn bi dawî bû.