‘Qetilkirina Pinarê encama şerê taybet e’

  • 09:02 13 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
MUGLA - Jinan diyar kirin ku li Koteklî jiyana xwendekarên jin tê astengkirin û gotin qetikirina Pinar Gultekîn jî ji stratejiyên şerê tabet ya li hember jinên kurd cuda nîne.
 
 Xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn ji hêla kujer Cemal Metîn Avci ve hatibû qetilkirin. Kujer Cemal, bi sedema “bi hestên hovane û bi plankirî hatiye qetilkirin” û bi cezayê muebbeta giran dihat darizandin. Lê belê şandeya dadgehê bi îdiaya "tehrîka nerewa” cezayê kujer Cemal Metîn Avci daxist 23 salan ku tenê dê 14 salan di girtîgehê de bimîne. Her wiha ji bo birayê kujer Cemal Metîn Avci, Mertcan Avci jî biryara beraetê hatibû dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Muglayê da zanîn ku ev biryar birine Dadgeha Îstînafê.
 
Endama Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya Jinan a Muglayê Gulsum Nazlioglu û endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Leyla Kalin der barê doza Pinar Gultekîn de nirxandin kirin.
 
Tevî hemû delîlan ceza daxistin
 
Gulsumê got parêzerên femînîst tevli dozê nebûne û di biryara bi hincet de jî delîlên wekê ku gumanbar pere ji Pinarê re razandiye û Pinarê şantaj kiriye nîşandan û got: “Di hevaltî û hezkirinê de mirov pere didin hev. Ev nayê wateya tehdîdê. Behsa vîdeoyek şantajê tê kirin. Lê vîdeo li holê tune ye. Lê em nizanin Pinar bi çi hat tehdîdkirin. Tevî hemû rapor û delîlên ku qetilkirin bi hestên hovane hatiye kirin jî  berovajî biryar hat dayîn. Çawa ji bo vê tahrîka bêmaf ev biryar hat dayîn em nizanin. Hun nikarin wêneyê li ber bankamatîkê hatiye kişandin wek hincet nîşan bidin.”
 
Gulsumê her wiha da zanîn ku gumanbar dema li Çelê leşkerî kiriye di serdegirtina Aktutunê de cih girtiye û piştre dermankirina psîkolojîk dîtiye û wiha dirêjî dayê: “Sedema vê daxistina tahrîka bêmaf vedibêje. Di dosyayê de tu tiştekî ku tahrîka bêmaf ferz bike tune ye. Ev îfadeyên bi zanebûn hatine dayînê ne. Kujer ji dewletê hêzê digire. Hun dibêjin qey şerê li herêmê nayê rojava. Li beramberê ‘te ji min re ev kir ez jî vê xelatê didim te’ tahrîka bêmaf danê.”
 
Em ne di ewlehiyê de ne
 
Gulsumê got doz tenê çûye mijara paqijkirina namûsa Pinarê û got: “Çima qeydên telefona kujer û ên alîkarî dan wî nehatine girtin. Di vê pêvajoyê de her kesî karê xwe kir. Lê me, malbata Pinarê û jinan têkoşîn meşand. Em dimeşin. Kujer wê 10 salan rêzê. Em bi 5 kesên din re jî li heman bajarî dijîn. Em ne di ewlehiyê de ne. Gumanbarê sereke yê Gulîstan Doku, Zaynal Abakarov, gumanbarê kuştina Îpek Er, Musa Orhan bi polîtîkayên bêcezabûnê niha li derve digierin. Qetikirina jinan parçeyeke stratejiya şerê taybet e. Ger ku dewletê ev kes neparastibûna wê niha wisa rehet ev îfade nedana. Bi vê biryara doza Pinarê di rastiyê de ceza dane hemû jinan. Ev jî ancax bi rêxistinbûna jinê dikare bê çareserkirin.”
 
‘Dixwazin li Kotekliyê xanî kirê bikin’
 
Leyla Kalin jî der barê mijarê de nirxandina xwe kir û da zanîn ku ev demek dirêje li taxa Koteklî hinek kafe û bar hatine avakirin û li van deran destdirêjî li jinan tê kirin û wiha pê de çû: “Mêrê Zeynep Şenpinar qetil kir hişbir bi kar dianî û ji vê kafeyê hişbir digirt. Ev kafe di esasê de jî bi vê armancê hatiye avakirin. Kesên dewlemend yên ji Enqere û Stenbolê van kargehan vedikin û ev kargeh jî jiyana jinan sînor dikin û bi awayekî cidî dike xetereyê. Li Kotekli Midûriyeta Şaxa Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatiye avakirin. Beriya ev der bê avakirin, polîsên li Muglayê zêde dibûn berê wan didan Koteklî. Polîsên li Mîlas an jî Akyaka dixebitîn li Koteklî xanî digirtin. Li gorî şahidan polîsan gotiye ku yên ser wan dixwazin li Koteklî xanî kirê bikin. Li Koteklî dîstopya tirsê tê afirandin.”
 
Leylayê di berdewamiya axaftina xwe de mînaka bûyera Îpek Er, Gulîstan Doku jî da û diyar kir ku qetikirina jinên kurd ji polîtîkayên şer serbixwe nîne. Leylayê li dijî van êrîşên li hember jinên banga têkoşîna yekbûyî li hemû jinan kir.