ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 13 Tîrmeh 2022
  • Rojev
* Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum da zanîn ku desthilatdarî ji ber ji têkoşîna jinê nerehet dibe, hewl dide parlamenteriya siyasetmedarên jin yên kurd bidawî bike û li dijî van polîtîkayan banga têkoşîn û piştevaniyê kir. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku li Koteklî jiyana xwendekarên jin tê astengkirin û gotin qetikirina Pinar Gultekîn jî ji stratejiyên şerê tabet ya li hember jinên kurd cuda nîne. DÎMEN HEYE
 
* Seroka OdeyaTabîban a Amedê Elîf Turan da zanîn ku li Tirkiyeyê piştî pêvajoya normalbûnê ya piştî pandemiyê her kes rehet tevgeriyaye û got: “Ev du hefteyên dawî ye hejmara kesên bi vîrusê dikevin pir zêde bûye. Ji ber vê divê em tedbîrên xwe bigirin.”DÎMEN HEYE
 
*Xebatkara Kooperatîfa Kîbelayê Fatma Taş têkildarê xebatên xwe û bandora qeyranê ya li ser jinan nirxandinkir û got: “Me bi 7 jinan re xwe kir yek, bi deyn me torbeyek zebze girt û me dest bi hilberînê kir. Me bi diruşma "Em ê sînorên ji jinê re hatine danîn hilweşînin û jinan ji malê derxin" des tpê kir . Em niha 30 jin dixebin û em bi tonan hilberînê dikin. Ji bo bidestxistina azadiya xwe ya aborî ev gavek girîng e ji me re.” DÎMEN HEYE