HDP serdana Malbata Şenyaşar kir

  • 15:48 11 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Bi minasebeta Cejna Qurbanê parlamenter û rêveberên HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 490’emîn de li ber Edliyeya Rihayê didome. Serdanên cejna qurbanê bo malbatê berdewam dikin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Nîmetullah Erdogmuş, rêveberên HDP’ê yên bajarê Rihayê û navçeyên wê serdana malbatê kirin. Emîne û Ferît Şenyaşar şandeya HDP’ê pêşwazî kirin. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu di serdanê de axivî û destnîşan kir ku heke di doza malbata Şenyaşar de edaleta rastî pêk were dê li Tirkiyeyê jî edalet pêk were. Surucu got ew ê heta dawiyê li cem têkoşîna edaletê ya malbatê bin. 
 
 Şandeya HDP’ê kêliyek li gel malbatê nobed girtin û pişt re ji wir veqetiyan.