Bi dehan jin tevlî kampa jinelojiyê ya li Fransayê bûn
- 15:31 11 Tîrmeh 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji gelek welatên Ewropayê bi dehan jin li kampa jineolojiyê ya li Fransayê kom bûn.
Amadekariya kampa jineolojiyê ji bihara 2022’an û vir ve dest pê kiribû. Kamp di 5’ê tirmehê de dest pê kir û heta 10’ê tirmehê dewam kir.
Ji Fransa, Belçîka, Swed û Fasê 30 jin tevlî kampa jineolojiyê ya ku bi navê "Aysel Dogan" hatî destpêkirin bûn. Organîzatoran diyar kirin ku armanca kampê ew e li ser rola jinê di avakirina modernîteya demokratîk û veguhertinên civakî de kûr bibin.
Di vê çarçoveyê de semîner, komxebat, nîqaş û çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.