Jinên ciwan li kampa Jineolojiyê hatin cem hev

  • 14:56 11 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna Zenda Ekîn jinên ciwan li kampa jineolojiyê li hev civiyan.
 
Kampa jinên ciwan a ku her sal jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê li hev kom dike, îsal bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hate lidarxistin.
 
Jinên ciwan ên ji çar aliyê Ewropayê li ser girîngiya welatparêzî û hevrêtiyê li ser zanista jinê, dîroka tevgera jinên kurd û şerê taybet nîqaş kirin. Li kampê destdirêjiya pergalên heyî ya li jinan hate nirxandin û bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
 
Di daxuyaniya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer de wiha hat gotin: "Ji bo parastina Kurdistanê divê em bi mînaka Şehîd Zenda Ekîn û şopandina hêza wê ya têkoşînê çi ji destên me tê bikin. Divê jinên ciwan wêrekiya xwe bibînin û li dijî pergala desthilatdar a baviksalarî û kapîtalîzmê bisekinin. Divê em xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin û baweriyên jinên ciwan ên beriya me fedekarî kirine fêm bikin. Xwe perwerdekirin erka her jineke ciwan e. Afirandina civakeke azad û demokratîk girêdayî hezkirin û vîna gelan e."