MED TÛHAD-FED bi minasebeta cejnê çû Amarayê

  • 11:59 11 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - MED TÛHAD-FED çû gundê Amarayê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû. Di serdanê de hate diyarkirin divê têkoşîna li dijî tecrîdê were xurtkirin.
 
Rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) bi wesîleya Cejna Qurbanê çûn gundê Amarayê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûbû û bal kişandin polîtîkaya tecrîdê. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan heyet pêşwazî kirin. Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran li Amarayê daxuyanî da. 
 
Zekî, qala polîtîkaya tecrîdê ya 23 salan a li ser Abdullah Ocalan kir û got: “Polîtîkaya tecrîdê ya dermirovî didome. Tekane armanca vê polîtîkayê ev e ku têkiliya rêzdar Ocalan û ya gel qut bikin. Çi bibe jî, hezar sal derbas bibin jî wê fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan neyê jibîrkirin. Ji ber vê jî Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li ku derê winda kirine, divê li wir lê bigerin. Ji ber ku krîzên îro yên siyasî, ekonomîk û burokratîk girêdayî tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Ji ber vê divê rêzdar Ocalan azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Divê Gelê Kurd hewldanên xwe yên di vî warî de kûr bike.”
 
Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir piştî sala 2015’an şertên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd zêde bûye, ne parêzer, ne malbat û ne jî heyet nikarin biçin Îmraliyê û wiha axivî: “Deriyê me her dem ji Gelê Kurd re vekiriye. Ji ber ku fikrên Rêber Apo di dilê Gelê Kurd de olan dide. Divê dewleta Tirk êdî xwe ji ber çavan derbas bike. A niha li her çar parçeyê Kurdistanê şer heye. Ji bo pêşiya van şeran were girtin û herikandina xwînê sekinandin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd biqede û rêyên diyalogê were vekirin. Ji bo pêkhatine aştiya Rojhilata Navîn tekane mûxatap rêzdar Ocalan e.”
 
Mehmet Ocalan jî diyar kir di 3 salên dawîn de têkiliya wan a bi Rêberê Gelê Kurd re qut bûye û wiha bi lêv kir: “Divê astengiyên li pêşiya hevdîtinê were rakirin. Lê em dibînin li Girava Îmraliyê hiqûq rakirine. Ev nayê qebûlkirin. Divê li her girtîgehê hiqûq wekî hev be. Divê deriyê Îmraliyê ji parêzer, malbat û heyetan re were vekirin. Heke ew derî vebe wê aştî were Rojhilata Navîn. Berevajî vî tiştî wê tu xêra wê ji Kurdan, Tirkan, Ereban û gelên din re tunebe. Ji ber ku polîtîkaya tecrîdê ya li wir li Tirkiyeyê belav dibe. Ev tişt sûdê nade tu kesî.”