Ji rojnamegerên girtî peyam

  • 09:07 10 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Rojnamegerên jin ên ku tevî 16 hevalên xwe yên di 15'ê Hezîranê de hatin girtin, diyar kirin ku moral û motîvasyona wan baş e û gotin, "Em piştrast in ku parastin û xwedîderketina li rojnamegeriyê wê zêdetir bibe. Bi hêviya rojên ku ez ê dîsa bi hempişeyên xwe re bixwebitin." 
 
Ji 20 rojnamegerên di 8'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn binçavkirin 16 jê di 16'ê hezîranê de hatibûn girtin. Ji rojnamegerên jin ên girtî, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, rojnameger Neşe Toprak, Elîf Ûngûr û Remziye Temel ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku lê girtî ne, peyam şandin.
 
'Bi hêviya rojên ku ez ê dîsa bikevim pey nûçeyan...' 
 
Safiye da zanîn ku ew bi rojnamegerên girtî re di nava piştevaniyê de ne û hemû kesên ku bi israr rojnamegeriyê diparêzin silav dikin û got: "Êrişên li ser ajansa me derbasî qonaxekê bûye û ev tişt nîşan dide ku dewleta serdest a mêr çiqasî ji hêza jinê ditirse. Sedema sereke ya tepisandina JINNEWS'a ku dengê jinên li welat tên qetilkirin e, her beşê ku rastî binpêkirina mafan tê, zarok û hemû gelên bindest hewldana tinekirina jinan û rengê wê ye. Helbet em ne xerîbê van pêvajoyên ku em tê de ne, lê em vê rewşê jî qebûl nakin. Li cihê ku zilm lê hebe jin her tim dadikevin kolanan û hewl didin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê, lê em weke ragihandina vî dengî li her qadê bi kamerayên xwe amade bûn. Niha piraniya rêxistinên jinan pêwîste dezgehên jinan biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku parastin û xwedîderketina li rojnamegeriyê wê mezin bibe. Bi hêviya rojên ku ez ê dîsa bi hevkarên xwe re li ser disa derkevim pey nûçeyan..."
 
‘Em ê hem binîvsînin û hem jî xez bikin' 
 
Peyama Neşeyê jî wiha ye: "Divê li derve piştevaniya bi rojnamegeran berdewam bike. Em niha li hindûr pirtûk dixwînin, wêne xêzdikin. Lê belê rayedarên girtîgehê pênûsên boyaxkirinê nadin. Lê belê tu tişt li ber me asteng nîne. Em ê di her şert û mercan de hem binîvsînin û hem jî xêz bikin." 
 
‘Moral û motîvasyona me di cih de ye' 
 
Remziye Temel jî di peyama xwe de wiha got: "Moral û motîvasyona me di cih de ye. Em dizanin ku em mafdar in. Em tenê hempişeyên xwe meraq dikin. Divê di her şert û mercan de em xebatên xwe bidominin." 
 
‘Piştevanî me mezin dike' 
 
Elîf Ungur di peyama ku şandi de bal kand ser piştevaniyê û wiha bi lêv kir: "Em dizanin ku piştevanî me mezin dike û em kesên ku di nav piştevaniyê de bûn spas."