Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
- 10:20 9 Tîrmeh 2022
- Rojane
ENQERE - Bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Halîs Yuzer di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Bavê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Halîs Yuzer şevê din qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Halîs Yuzer li Sîlîvrî ya Stenbolê dima û rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. Cenazeyê Yuzer ê 78 salî dê sibe li Stenbolê were definkirin.