'Li dijî êrişan em ê bi hev re têbikoşin'

  • 09:05 9 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Ji Rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê, Leyla Ehmed têkildarî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya rewşa awarte wiha got: "Li dijî êrişan em ê bi hev re têbikoşin."
 
Dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan êrîş û hewldanên qirkirinê dibe ser pêkhateyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan, ji bo parastina gel rewşa awarte ragihand. Gelek kar û xebat li dijî êrişan hat kirin. 
Têkildarî vê mijarê ji Rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê, Leyla Ehmed ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Li dijî êrişan em ê bi hev re têbikoşin'
 
Leylayê di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên dewlet a tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû: "Ev kiryar û gefên giran ên dewleta tirk ên li ser herêmê hişt ku em rewşa awarte îlan bikin. Armanca me ew e ku ger tiştek li ser axa me biqewime, em amade bin. Di her milê wekî aborî, tendirustî û her wekî din de amedekariyên xwe bikin. Niha hevgirtinek di nava gel de heye. Em û gelên xwe em ê bi hev re têbikoşin û alîkariyê bi hev re bikin."
 
'Heta kêliya dawiyê bi berxwedanê em ê bi ser bikevin'
 
Leylayê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berfirehkirina têkoşîna hevpar û wiha got:"Em bibin yek û di şerê gelê şoreşger de têkoşîna xwe berfireh bikin. Bi hemû pêkhateyên vê herêmê re. Çi kurd, ereb, suryan, çerkes, aşûr û xiristiyan be. Heta kêliya dawiyê bi berxwedanê em ê bi ser bikevin. Em ê li vê derê bin ku bikaribin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta tirk û hevkarên wê biparêzin. Ji ber ku mînaka herî mezin li ber çavên me Efrîn e, her wiha Girê Spî û herêmên dagirkirî li ber çavan e. Tevahî cîhan dibîne ev kiryar, tecawiz, qetilkirin, tunekirin, talankirin û hemû rêbazên êrîşan ên li dijî mafên miriovahîyê ne li herêmên dagirkirî pêk tên. Rojane kiryar û gef hene. Rojane jin tên revandin û qetilkirin. Em van mijaran li ber çavên xwe dibînin ku ji bo parastina gel û herêma xwe em biryarê bidin."
 
'Em nahêlin armanca dagirkeran pêk were'
 
Leylayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên herêmê rê nadin van kiryaran û wiha dawî lê anî: "Em ji hemû cîhanê re û ji dewletên navneteweyî dibêjin ku êdî rê li ber gefên dewleta tirk bigirin. Êdî çareseriyekê bibînin û rê li ber dagirkeriyê û qirkirina gelê vê herêmê bigirin. Em ê her tim têkoşînê bikin û bi gelê xwe re alîkar bin. Em nahêlin armanca dagirkeran pêk we re."