ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 9 Tîrmeh 2022
  • Rojev
 
* Endama Meclîsa Partiya HDP’ê Semîha Şahîn da zanîn ku carek din di kongreyê de derketiye holê ku HDP pira navbera gelane û divê gel zêdetir bi hev re têbikoşin. BI DÎMEN 
 
*Xizmên windayan bi dirûşma ‘winda diyar in kujer li ku ne’ çalakiya hefteya 700’î pêk anî. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim da zanîn ku cihgirtina  ligel xizmên windayan mijarek wijdanî ya civakî ye.
 
*Ji Rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê, Leyla Ehmed têkildarî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya rewşa awarte wiha got: "Li dijî êrişan em ê bi hev re têbikoşin."
 
*Malbatên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanê biryara AYM’ê dan û gotin: “Birîna dilê me carekedin kûr bû. Ev biryar ne biryarek bi edaletiye. AYM’ê biryarek siyasî da. Lê em dev ji dozê bernadin û heta kujer bên darizandin em ê li ser dozê bisekinin” BI DÎMEN 
 
*Dîlancan Ateş, anî ziman ku gardiyanên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ketine qawîşê êrişî girtiyan kirin û bal kişand ser tecrîda li girtîgehan jî. Dîlancan anî ziman ku di nava tecrîdê de tên tecrîdkirin. BI DÎMEN 
 
*Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar, têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz axivî û got: "Hikûmet ji avabûna komarê heta niha li ser fobiya kurd siyasetê dimeşîne. Dixwazin siyaseta demokratîk bê krîmînalîzekirin."