Li Şirnex û Cizîrê serdana goristanan hat kirin

  • 19:36 8 Tîrmeh 2022
  • Rojane
ŞIRNEX – Li Şirnex û Cizîrê bi minasebeta Cejna Qûrbanê kesên ku di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, serdana gorên wan hat kirin.
 
Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi minasebeta Cejna Qûrbanê li Şirnex û Cizîrê serdana goristanan pêk hat.
 
Li Şirnexê li Goristana Nala Rû gorên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, Asya Yuksel, Mehmet Tunç û gelek kesên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîr û Silopiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hat ziyaretkirin. Li vir piştî diayên hatin xwendin HDP’yiyan ji goristanê veqetiyan.
 
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî çûn Goristana Asrî û ya li Taxa Yafesê û li vir kesên ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dan, serdana gorên wan hat kirin. HDP’yiyan li vir jî piştî diayên xwendin ji goristanê veqetiyan.