Komeleya Wêjekarên Kurd: Redkirina vîzeya nivîskaran siyasî ye

  • 12:47 8 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd têkildarî redkirina vîzeya nivîskarên kurd a ji aliyê Balyozxaneya Elmanyayê ve wiha got:"Ev biryar, li dijî mafê mirovan û mafê derbirîna ramanan e, li dijî  demokrasî û hiqûqa navneteweyî ye, astengkirina kar û xebatên nivîskarî û rewşenbîriya kurd e. Ji ber vê yekê, em vê biryara ku derbarê endamên me û hemû nivîskarên din ên li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de hatiye dayîn şermezar dikin. "
 
Nivîskarên Kurd ji bo beşdarî Kongreya PENa Kurd a wê di 9'ê mehê de li Oldenburga Elmanyayê bê lidarxistin, bibin serî li vîzeyê dabûn. Bi hinceta "dibe ku herin Elmanyayê û venegerin" vizeya nivîskaran hatin redkirin. Têkildarî mijarê Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyaniya nivîskî da û redkirina vîzeya nivîskaran a ji aliyê Balyozxaneya Elmanyayê ve şermezar kir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ji Çapemenî û Raya Giştî re
 
Wek tê zanîn, di 9'ê Tîrmehê de, li Elmanyayê kongreya PENa Kurd e, ango kongreya saziya herî jor û berfireh a nivîskarên kurd e.
 
Ji bo beşdarbûna kongreyê, Komîteya Amedakar a Kongreyê ji gelek endamên PENa Kurd ên  ji her çar milên Kurdistanê re, bi awayekî fermî vexwendname şandin. Wan endaman jî, ji bo ku beşdarî kongreyê bibin, bi hemû belgenameyên xwe yên pêwîst serî li balyozxaneya Elmanyayê dan ku vîzeyê hildin. Lê belê, balyozxaneya Elmanyayê, bi hinceta ku "nivîskarên kurd ên ku dê bên Elmanyayê dibe ku venegerin" vîze neda endaman. 
 
Ew nivîskarên ku dê ji Bakurê Kurdistanê biçûna, di heman demê de endamên saziya me, ango endamên Komeleya Wêjekaran Kurd in jî. Ji ber vê ev biryar di heman demê de li dijî me jî hatiye girtin. Bêguman, nedayîna vîzeyê û astengkirina çûna endamên me ya ji bo kongreyê biryareke siyasî ye. Ev biryar di encama têkiliyên di navbera desthilatdarên Elmanya û Tirkiyeyê de hatiye dayîn. Ev biryar, li dijî mafê mirovan û mafê derbirîna ramanan e, li dijî  demokrasî û hiqûqa navneteweyî ye, astengkirina kar û xebatên nivîskarî û rewşenbîriya kurd e. Ji ber vê yekê, em vê biryara ku derbarê endamên me û hemû nivîskarên din ên li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de hatiye dayîn şermezar dikin. 
 
Divê baş bê zanîn ku, em tu ferq û cudahiyê di navbera PENa Kurd û komeleya xwe ya wêjekarên kurd de nabînin. Armancên me yên sereke yek in. Li gel kar û xebatên parastin û pêşxistina ziman, wêje û nirxên kurdewar, di heman demê de pêkanîna yekîtiya hemû nivîskar û wêjekarên kurd armancên me yên sereke ne. Li ser vê bingehê em di her şert û mercan de li gel PENa Kurd in. Li gel hemû astengî û pêşîlêgirtinan, qet gumana me nîne ku kongreya PENa Kurd dê bi ruhê yekîtiya neteweyî bi ser bikeve.
 
Û wek heta niha, ji niha û pê ve jî, em ê ji bo serkeftina kar û xebatên ziman, wêje û nirxên kurdayetiyê heta dawiyê hewl bidin. Û dê hewldaneke me ya sereke ew be ku kongreyên ji niha û pê ve li navenda PENa Kurd, ango li Amedê û bi rengekî herî serkeftî bên lidarxistin. Li ser vê bingehê em kongreya PENa Kurd silav dikin û pîroz dikin.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd."