Nivîskaran astengkirina beşdariya ji bo kongreya PENa Kurd şermezar kirin

  • 13:30 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Nivîskar û endamên PENa Kurd li dijî redkirina vîzeyê ya ji bo çûyîna Kongreya PENa Kurd a ji aliyê Balyozxaneya Elmanyayê ve bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. 
 
PENa Kurd ji ber astengiyên dewleta tirk biryar dabû ku Kongreya xwe ya 11’emîn bi beşdarbûna nivîskaran re li Elmanyayê li dar bixe. Li ser vê yekê endamên PENa Kurd ji beşdarî kongreyê bibin serlêdan kirin lê belê bi hinceta "dibe ku bên Almanyayê û paşve venegerin" vizeya gelek nîvîskar û endamên PENa Kurd hatine redkirin. Her wiha  ji bo beşdarbûna kongreyê rê li ber nivîskaran hatiye girtin. Nivîskarên Kurd bi daxuyaniya dan biryara redkirina vîzeyan bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kirin. Li Komeleya Wêjekarên Kurd bi beşdarbûna nivîskaran li dijî biryara Elmanyayê daxûyaniya çapemeniyê ji aliyê nivîskar û endamê PENa Kurd Heval Dilbihar ve hate xwendin.
 
'Ji bo astengkirina kongreyê hincet nîşan dan'
 
Nivîksar Heval Dilbihar di serî de pêvajoya amadekariyên kongreyê parve kir û got: "PENa Kurd, saziyeke rewşenbîrî ya kurdan a neteweyî ye. Li nava hemû PENên li cîhanê xwedî cih û prestîjeke gelek girîng e. Bi rist, sekn, xebat û çalakbûna xwe ev yek nîşan daye. Di çarçoveya xebatên xwe de civîn, komxebat û kongreyên xwe yên pêwîst pêk tîne. 3 salan carekê kongreyên xwe yên asayî li dar dixe. Kongreya xwe ya 11emîn, di 9ê tîrmeha 2022an de li dar dixe. Ligel ku navenda wê Amed e jî, ji ber şert û merc û astengiyên cuda yên desthilatdaran ev kongre dê li Elmanyayê bê lidarxistin. Ji bo beşdarbûna gelek endam û rêveberên kongreyê yên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê berpirsên kongreyê ve dawetnameyên fermî hatine şandin. Wan endam û rêveberan ji bo ku biçin kongreyê bi hemû belgenameyên xwe yên pêwîst serî li balyozxaneya Elmanyayê dane da ku vîzeyê wergirin. Herwiha ji bo dayîna vîzeyê Komîteya Amadekar a Kongreyê ya li Elmanyayê bi balyozxane û wezareta karên derveyî ya Elmanyayê re ketiye nava têkiliyan û hemû prosedur anîne cih. Tevî vê yekê jî, sed mixabin serlêdanên gelek endam û rêveberên kongreyê bi hinceta "dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin" hatine redkirin, ji bo beşdarbûna kongreyê rê li ber hatiye girtin.”
 
'Ev biryarek polîtîk e'
 
Heval diyar kir ku ev sedemeke binevala ye û berdewamkir: “Nivîskarek ji ber êriş, zext û zordariya dewleteke serdest a hevalbendên wan nikare fikr û ramanên xwe binivîse, gotinên xwe bibêje û bi dilaramî bijî, û ewlekariya jiyanê lê nebe û ji ber vê neçar bimîne ku biçe welatekî din û bixwaze li wê derê bimîne û venegere, ev di heman demê de şerm, rûreşî û berpirsyariya wan dewletan e jî. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê em destnîşan bikin ev yek li dijî mafên mirovan û li dijî demokrasiyê ye, binpêkirina kar û xebatên nivîskarî, rewşenbîrî û entelektuelî ye.Diyar û zelal e ku, ev astengkirin encama biryareke polîtîk e. Ev helwesta Almanyayê encama têkiliyên desthilatdarên wê yên bi desthilatdariya dewleta Tirkiyeyê re ne, ku ev têkilî li dijî me kurdan hatine sazkirin. Hevdîtin, civîn û kiryarên van heyamên dawiyê yên NATO'yê yên li dijî kurdan jî, vê yekê bi awayekî hê zelaltir li ber çavan radixe.”
 
'Xwedî li PENa Kurd derkevin'
 
Heval bi lêv kir ku astengkirina beşdarbûna kongreyê binpêkirina mafê mirovan e û wiha berteka xwe nîşan da: "Ev guhnedana hiqûqa navneteweyî, demokrasî û azadîxwazî û rewşenbîriyê ye. Em wek nivîskar û endamên PENa Kurd, vê helwesta li dijî demokrasî, azadî û hiqûqa navneteweyî şermezar dikin û bang û gazî li PENa Navneteweyî û PENên hemû welatan, hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî, dezgeh û tevgerên kurd, herwiha li hemû nivîskar, rewşenbîr, sazî dezgeh, kesayet û derdorên mafparêz, welatparêz û demokrat dikin ku, li dijî vê kiryarê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bidin, xwedî li nivîskar û rewşenbîrên kurd û PENa Kurd derkevin, da ku careke din tiştekî wiha neyê jiyîn. Vê kiryarê careke din nîşan daye ku wek hemû kar û xebatên kurdewar, cih û warê bingehîn û sereke yên kar û xebatên nivîskarî û rewşenbîriya kurd her dîsa Amed e, Hewlêr e, Qamişlo ye, Mehabad e; her war û jîngeheke Kurdistanê ye. Û divê em hemû nivîskarên kurd her bihosteke axa Kurdistanê û her derek ku kurd lê dijîn bikin qad û war û jîngeha rewşenbîrîya kurd û ji her milî ve ji bo neteweya xwe bibin pêşeng û sîwana yekîtî, azadî û demokrasiyê."
 
'Em kongreyê li nivîskaran pîroz dikin'
 
Heval bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Qet şik û gumana me nîne ku kongreya me ya asayî ya 11emîn dê, bi hiş û giyanê yekîtiyê bi awayekî herî serkeftî bi encam bibe. Li ser vê bingehê û bi hêvî, bendewarî û baweriya ku em ê kongreyeke xwe ya din li Kurdistanê li dar bixin, em ji niha ve kongreya xwe, di serî de Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li hemû endamên PENa Kurd,  nivîskar û kurdên li her derê cîhanê û li neteweya kurd pîroz dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî mal û sîwana neteweyî ya hemû nivîskarên kurd PENa Kurd”, “Bijî yekîtiya neteweya kurd” bi dawî bû.