Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkî peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kirin

  • 13:23 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkayê (DSA) peymana ku ji bo endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, şermezar kir. 
 
Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkayê (DSA), ku senatorê DYE’yî Bernie Sanders endamê wê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kir. 
 
DSA’yê nerazîbûn nîşan da ku di berdêla firotina çekan û girankirina zextên li ser aktîvîstên kurd, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO’yê bê destpêkirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Divê PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin û ambargoya li ser Sûriyeyê were rakirin. Tirkiye hêza ji endametiya NATO’yê werdigire li Sûriye û Iraqê ji bo êrişî ser kurdan, êzidiyan, ermenan, asûrî-suryaniyan, tirkmenan û ereban bike bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gava berfirehbûnê ya NATO’yê bûye sedem ku Tirkiye zextê li civakên dîasporayê yên li Swêd û Fînlandiyayê bike. DSA’yê destnîşan kir ku bi vê yekê re wê rûpelekî nû li dîroka dirêj a NATO’yê ya piştgiriya ji bo polîtîkayên faşîst zêde bike."
 
DSA’yê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin û piştgiriyê didin daxwaza Sûriye û Iraqê ya ji bo hêzên biyanî bi temamî ji welatên wan derkevin.