Nobeda Edaletê di roja 486'an de ye

  • 13:16 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Fertî Şenyayar ve hat destpêkirin di roja 486'an de berdewam dike.
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parêstvanê parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve Hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn kuştin. Piştî vê bûyerê ji bo ku edalet bê bicihanîn Emîne û kurdê xwe yê ku ji bûyerê birîndar filitî Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda ku di 9'ê Adaera 2021'ê de hat destpêkirin di roja 486'an de berdewam dike.
 
Emîne ji ber nexweşiya xwe îro nehat ber edliyê lê Ferît Şenyaşar hat û ji kesên ku rêya wan bi edliyeyê ket re têkoşîna xwe ya edaletê vegot.