Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxin revîrê

  • 12:54 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
XARPÊT - Girtiyên di Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmara 1’an de tên ragirtin, nexweşînên wek serêşî, zikêşî û bêhaliyê li wan peyda bûye û wan dernaxin revîrê. 
 
Rêveberiya Girtîgaha Xarpêtê ya Hejmara 1’an girtiyên di rewşa wek pandemiyê de tên ragirti, li gel ku nexweşiyên wek serêşî, zikêşî û bêhaliyê bi wan re peyda bûye jî dernaxin revîrê. Malbatên ku rewşa girtiyan ragihandin diyar kirin ku tevî agahiya rêveberiya girtîgehê heye jî mudaxileyê rewşê nake û xwestin ku girtî demildest bikaribin xwe bigehînin mafên xwe yên tenduristiyê.
 
Malbatan anîn ziman ku girtiyên nexweş û yên temen mezin di pandemiyê de zêdetir bandor bûn û banga piştgiriyê ji raya giştî û ji rêxistinên mafan kirin.