'Li Efrînê di meha hezîranê de 45 welatî hatin revandin'

  • 11:29 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li Kantona Efrînê di nav de jinek, 45 welatî hatin revandin, her wiha ji bo bazirganiyê jî 900 dar hatine birîn.
 
Ev 4 sal e Artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê ne û niştecihên wê koçberî kantona Şehbayê bûne. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê rapora xwe ya ya meha hezîranê aşkera kir. Li gorî raporê di nav de jinek, 45 welatî hatiye revandin, her wiha bi armanca xerakirina xwezayê û bazirganiyê zêdetirî 900 dar hatine birîn.
 
Di raporê de wiha hat gotin: 
 
"Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin.
 
Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên Polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e.
 
Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên “Ewlehiya Siyasî” 13 welatî revandin.
 
Li navçeya Raco û navenda kantona Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin.
 
Çeteyên artêşa Tirk li seranserê kantona Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran dikin.
 
Di 6 mehên destpêkê yên îsal de, di nav de 30 jin, 346 welatî hatine revandine, 18 kes hatin qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar hatin birîn, bêhtirî 300 darên din jî şewitandine, di heman demê de bi dehan hektar daristan û zevî hatin şewitandin."