Parlamentera AP’ê Ana Mîranda: Çareserî guhdarkirina Gelê Kurd e

  • 09:30 7 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda Paz da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî rolek girînge û balkişand ser siyaseta şer û got çareserî guhdarkirina Gelê Kurd e.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û her diçe giran dibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin pêk anî. CigiraTifaqa Azadiya Ewropa (EFA), berdevka Têkiliyên Derve ya Galîcîsch Natîonalîstîsch Blok (GNB) û parlamentera Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda Paz der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan de axivî.
 
Ana balkişand ser tecrîdê û da zanîn ku got tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina mafane û got: “Mafên girtiyekê nayên dayîn. Ev li hemû cîhanê wek tercîd tê qebûlkirin. Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) jî vê wisa qebûl dike. Ev tecrîd aloziyê diafirîne. Ne tenê siyaseta Tirkiyeyê wê giştî bandor bike.”
 
'Ocalan xwedî rolek girîng e'
 
Ana da zanîn ku  li Strazburgê li ber Konseya Ewropayê ji bo Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê pêk anîne û balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di 7’ê mijdara 2018’an de hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Ne tenê kurd li Parlamentoya Ewropayê jî gelek kes vê fikrî diparêzin. Ocalan di aştiyê de xwedî rolek girîng e. Me ev di qexexeyên derketina derve de dîtin. Gelek saziyan şermezar kir. Lê dûritiya Neteweyên Yekbûylî (NY), Konseya Ewropa, Yekitiya Ewropayê (YE) pir zêde diyar bû. Wan xwe dan alî. Tecrîd û siyaseta îzalasyonê bûye alva propagandayê.”
 
'Rejîma Tirkiyeyê sûcdare'
 
Ana, destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve hat qedandin û stratejiya şer hat destpêkirin. Ger HDP bibe desthilatdar wê ne tenê ji bo Gelê Kurd ji bo hemû gelan bixebite. Erdogan jî vê baş dizane. Ji ber vê HDP’ê wek tehdîd dibîne. Dixwaze hemû diyalogan tune bikin. Berpirsê şerê li Kurdistanê AKP ye û hemû kes vê baş dizane. Li Parlamentoya Ewropayê kurd jî hene. Em ji wir jî baş dizanin ku rejîma Tirkiyeyê sûcdar e. Ji ber vê em îro di kongreya HDP’ê de ne.”
 
'Gelê Kurd guhdar bikin'
 
Ana bi lêv kir ku ew ji NATO’yê tiştekî napên û NATO organîzasyoneke ku welatan provoke dike û ber bi şer ve dibe ye û wiha dawî lê anî: “Divê Ewropa û hemû Ewropayî di çareseriyê de bibin aliyên diyalog ê. Divê em alîgirê mafê mirovan bin. Tirkiye pereyên ji YE’ê ji bo tiştinên din tên şandin ji bo kuştina kurdan bikar tîne. Çareserî ev e ku divê Gelê Kurd bê guhdarkirin. Divê em peyamên diyalog û çareseriyê guhdar bikin.”