Nivîskara bi gotinên xwe dîwar bezand: Rojbîn Perîşan

  • 09:20 7 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Kîbriye Evren
 
STENBOL - Nivîskar Rojbîn Perîşan 30 sale girtiye û di romana xwe ya dawî "Kirik Taşlar" de der barê xwe, çavkaniyên îlhama xwe, şert û mercên girtîgehê de dinivîse û dibêje her ku nivîsiye, welat, azadî, hezkirin, nasname û hêrs ji nûve ava kiriye.
 
Rojbîn Perîşan 30 sale girtiye û li girtîgeha Jinan a Gebzeyê ye. Di 1973’yan de li Licê a Amedê hat dinê. Rojbîn di 18 saliya xwe de  tê girtin û cezayê muebetê lê tê birîn. Bi çîrokên kurd dest bi wêjeya cîhanê dike û di pêşbirkên Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan de dibe yekem. Rojbîn her wiha li girtîgehê bi nexweşiya pençeşêra malzarokê dikeve. Ji ber nexweşiyê beşeke roviyên wê tên girtin.
 
Pirtûka wê ya yekem "Saçlar ve Golgeler e. Rojbîn bi romanên xwe gelek pêş ket. Piştî pirtûka xwe çîrokan a yekem şûnde pirtûkên "Bakir sesli kadinlar", "Gozyaşimin agiydi seni beklemek", "Topragin şarkisi" û "Kirik taşlar" derket pêşberî xwedevanan.
 
Me der barê pirtûka dawî ya "Kirik Taşlar" de hevpeyvînek çêkir. 
 
* Rojbîn Perîşan kî ye? Hûn dikarin bi kurtasî xwe vebêjin?
 
Ez 48 salî me. 30 sale ez girtî me. Girtîgeh dijberê karekterê xweza mirovan e. Pêşveçûna civaka xwezayî û xwezayê li girtîgehan naherike. Ji ber vê li girtîgehan beramberê wateyên hobî, fobî li girtîgehan tune. Mînak xwendina pirtûkan hobiyeke di şertên normal de. Lê li girtîgehan ve hewcedariyeke.  Mirov li girtîgehan cîhana li derve bi parvekirin, nîqaşkirin, xwendin û hîskirinan dikarin fêm bikin. Jin hezkirin, hêrs, bêtemuliyên xwe bi awayên cuda digihînin îfadeyê. Êş, hezkirin, bêtehemulî, hêviyê jî bi mecrayên cuda û cîhanên cuda diafirînin. Carna ev dibe cîhana xweşikbûnê carna dibe cehnema ku xwe mahkum dikinê. 
 
* Cihê vegotinên çîrokê di jiyana we de çiye? We çîroka yekem ji kê guhdar kir, kî çavkaniya îlhama we ye?
 
Vegotina çîrokê di kevneşopiya wêjeya gotinî de cihekî girîng digire. Em wek gel ji kevneşopiyeke xurt tên. Di zarokatiya min de destan, çîrok û efsûn cihekî girîng digirin. Tişta herî zêde bala min dikşîne ji aliyê  jinan ve vegotinan van çîrokan bû. Di vegotinên der barê hildanan de şopek li ser min maye. Heman demê de di destanên evînê de jî bandor li min bûye.
 
Dîsa bûyerên dîrokî yên wek Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ji aliyê bavê min ve cîhanek cuda radixist ber çavê me. Ev vegotina ku me têde hisiyata dîrokî dijiya, vediguherî teşeyê hebûnekê. Ji ber vê min jî wek ji malbatê dîtibû, min xwişk û birayên xwe li dora xwe kom dikri û min çîrokên di serê xwe de ava dikir ji wan re vedigot. Min piranî çîrokên bi dawiyek kêfxweş diqediya ava dikir. Piştre jî demeke kurt a azadiyê û piştre jî hema jiyanek nav çar dîwaran de. Di van salan de min ji her temenî jin nas kir. Her yek parçeyek vî welatî û dîrokê bûn. Yên ev welat bi nirx kiriye fedekariyên ji bo wê hatin kirinê ne. Jinan ji bo welat fedekarî, êş û bedelên mezin dan.  Di nivîsê xwe de her ku min nivîsin min ev fêm kir: Nivîsandin, ji nûve avakirina welat, azadî, hezkirin, hêrs û nasnameyê ye.
 
Bawerim dewlemendiya çavkaniya min tê fêmkirin
 
* 30 sal hûn girtîne û her tim dinivîsin. Hûn dikarin hinek behsa zor û zehmetiyan bikin?
 
Wek hûn dizanin mijar jî derfet jî gelek bi sînor in. Carnan gotin di bin siyê de dimînin. Girtîgeh, ji civak, têkiliyê mirovan, xwezayê qût e. Ji ber vê jî gelek zor û zehmetî li girtîgehan tên jiyîn. Em li girtîgehan ji ser TV, radyo û pirtûkan ji derve agahdar dibin. Ez ji ser xwendinû TV hewl didim fêm bikim. Ji ber vê ez hêza kûrahî û tahlîkirina civaknasiyê ya nivîsên xwe ji takdîra xwendevanan re dihêlim. Tişta ku rih dide romanan bêguman kêlî ne. Em jî neçarin bi hêza hiş û çêkerbûnê bawer bikin, êdî çiqas serkeftî be. Ligel vê zehmetiyên din jî hene. Em bêjin pirtûk tê çapkirin û hat girtîgehê. Lê em piştî hefteyan şûnde dikarin bigirin û bixwînin. Ger ku kota pirtûkê jî ne tije be. Di pêvajoya çapkirina pirtûkê de aktîf bin.
 
* Nivîsandin ji bo we çi îfade dike?
 
Nivîsandin ji bo min lêgerîne. Di îfadekirinê xwe afirandina qada azadbûnê ye, hesta berpirsyariya civakê ye. Nivîsandin, hewldana dengê mirovan bihistine. Di heman demê de bibîrxistina nirxên demên krîz û kaosê de hatine jiyînê ne. Li aliyê din jiyankirina hêviyane.
 
* Niha li dervebûya te yê çi bikira?
 
Kesê li hundir girtî dixwzin li ezmanan biginêrin, dest bidin darekê û pêlê axê bikin. Ez jî dixwazim li bajarê lê zarokatiya min derbas bûye li ber çemê Dîcle rûnim. Dixwazim Amedê temaşe bikim. 
 
* Karekterên sereke yên romanên we çima hemû jin in?
 
Zarokatiya min di civakên jinan yên qelebalix de derbas bûn. Demên ewil yên ciwantiya min bû. Ev 30 sale jî ez li girtîgehê bi civaka jinan re dimînim. Bêguman vê jî bandorek mezin lê kiriye. Navenda esas a romanên min jin ava dikin.  Hemû jin bi qasî jiyanê rastin, şikestîne û tûj in…
 
* Di pirtûka "Kirik Taşlar" de hûn dixwazin çi bêjin?
 
Di rastiya gelê me de kevneşopiya malbata berfireh heye. Di Kirik Taşlar de jî malbata berfireh heye. Dîla di nav jinên bit emen gelek jê mezintirin de dijî. Di malbatê de her tişt baştir tê dîtin. Naqokî û her wekê din. Dotmam û pismam di malbata berfireh de cihekî girîng digirin. Hevalên ewil dotmam û pismam in. Min di vê romana xwe bi hevalên zarokatiyê re, naqokiyên nabera jin û mêr de vegot.
 
* Çima navê pirtûkê "Kirik Taşlar" e?
 
Ya rast min navê wê dananî. Weşanxaneyê pêşniyar kiribû. Nava demê de min jî ev nav eciband û xwest. Di gelek beşên pirtûkê de jî têkiliya lehengên pirtûkê bi keviran re derbas dibe. Kevirên em berika xwe de vedişêrin carnan li dijî bêhêvîtî û bêpêşerojê diguhere hêza xeyalê.