ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN

  • 09:00 7 Tîrmeh 2022
  • Rojev
*Ji bijîşkên ku welat terikandine û di heman demê de endama Odeya Bijîşkan a Amedê ye Evîn Bahar Toy, diyar kir ku îqtîdarê di demên dawîn de bijîşk ji xwe re kirine amûrên hilbijartinê û got, "Bijîşk ji ber ku tu hêviya wan ji Tirkiyeyê nema ye dixwazin derkevin derveyî welat." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin ên Qilebanê, êrişên ku li hemberî herêmê û Herêma Federal a Kurdistanê pêk tê şermezar kirin û gotin: "Ji ber ku em nêzî sînor in, em nêz ve şahidiya bandora êrişan dikin. Divê Gelê Kurd li dijî her cureyên îxanetê demildest yekitiya xwe ava bike." BI DÎMEN 
 
*Jinên li Qamişloyê bal kişandin ser tecrîta giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin ku heta dawiya xwîna xwe ew ê li ser rêya Rêberê xwe bimeşin. Her wiha jinan gotin:"Em wekî jin û Gelê Kurd tu carî dev ji Serokê xwe bernadin." DÎMEN HEYE
 
*Nivîskar Rojbîn Perîşan 30 sale girtiye û di romana xwe ya dawî "Kirik Taşlar" de der barê xwe, çavkaniyên îlhama xwe, şert û mercên girtîgehê de dinivîse û dibêje her ku nivîsiye, welat, azadî, hezkirin, nasname û hêrs ji nûve ava kiriye.
 
* Peyama Kongreya HDP’ê ya ku bi dehzaran kes tevlibûn, çareserî bû. Parêzer Several Ballikaya da der barê mijarê de axivî û da zanîn ku wê doza girtinê wan nede sekinandin û wê pêşeroja ronî bi hev re bihûnin. BI DÎMEN 
 
*Doza di rayagiştî de wek doza fuhuşê ya Êlihê tê zanîn, hat dîtin û dadgehê der barê gumanbaran de biryara beratê da û hinceta biryarê aşkera kirin. Dadgehê îfadeyên zarokê ji nedîtîve hat.
 
*Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Ana Mîranda Paz da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî rolek girînge û balkişand ser siyaseta şer û got çareserî guhdarkirina Gelê Kurd e. BI DÎMEN